Bulbul: Dermanê kirîza aborî projeya Ocalan e!

Parlementerê HDP’ê Bulbul ê kirîzên siyasî û aborî yên li Tiriyeyê nirxand got: “Pirojeya aştiyê ya Birêz Ocalan, yekan e projeya ku welat ji kirîzê rizgar bike ye.”

Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul ê kirîzên siyasî û aborî yên li Tiriyeyê nirxand, bibîr xist ku welat di nava kirîzekeî aborî û siyasî de ye. Bulbul da xuyakirin ev kirîza aborî bi destê desthilatê li hemû qadên civakê hate belavkirin û her roja diçe jî giran dibe, bal kişand ku aboriya Tirkiyeyê ne li ser bingehê hilberandinê ye.

 ‘YEKANE ÇARESERÎ PROJEYA BIRÊZ OCALAN E’

Bulbul da xuyakirin ku di sedsala 21’an de pêwîsî bi modeleke ku girêdayî mafê mirovan a demokratîk ku di warê aboriyê de belavkar, aram her ku biçe bilind bibe heye, lê israrkirina di modela heyî de bingehê kirîzê dide avakirin û wiha pêde çû: “Di vê çarçoveyê de projeya Birêz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a sala 2013’an pêşkêş kirî,di pêvajoya 2 salan, eger bi muzakereyên cuda ve bê destgirtin, wê bê dîtin ku projeyeke ku Tirkiyeyê ji vê kirîza civakî derbas bike ye. Eger ku em bixwazin ji vê kirîza çêkirî derbas bibin divê em çavkaniya ku niha siyaseta li ser desthilatê bi dawî bikin.”

 ‘DIXWAZIN LI ROJHILATA NAVÎN TIRKIYE WEKE AMUREKE YA KONTROLKIRINÊ BIGIRIN’

Bulbul bibîr xist ku li cîhanê dema em li tevgerên global binêrin em ê bibinin gerdûnîbûn, hêzên emperyalîst jî di nav de di serê sedsala 20’an de Bakurê Afrîqa, Rojhilata Navîn, welatên Amerîkaya Latîn, Rûsya, Yekîtiya Sovyet jî bi modelên cidî ku rê li guhertinan vekirîn re pêk hatine û wiha nirxand: “Divê em pirsa gelo ev model çiqasî ketin meryetê? Bi pirsin. Nimûne; Bihara Ereban a ku li Bakurê Afrîqa destpê kir jî, bû modela ku hê zêdetir ji bo pêwîstiyên emperyalîzma DYA û emperyalîzma Ewropa pêşwazî bike ye, guhertinên demokratîk pêknehatin. Desthiltadariya heyî, ew dît li şûna weke ku demokrasî bidin nîşandan dîsa avakeriyên hê cudatir avakirin. Ev li Sûriye, Iraq û hwd xwest pêk bîne.”

Bulbul da xuyakirin ku Tirkiye tam berovajî kete nava hewldanên hê totalîter û hê olperest xweste ava bike û wiha got: “Ji ber ku dixwazin Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn weke amureke ya kontrolkirinê bikar bînin. Her wiha li gel vê pirsgirêka Tirkiyeyê ya Kurd, Elewî, Jin û gelek pirsgirêkên din ên li benda çareseriyê hene. Eger ev pirsgirêk bên çareser kirin, weke ku me li jor bilêv kirî jî, ne pêkane ku ev desthilat bikare bi rê ve biçe, çêkera ku rêveberiya dewleta heyî dikin wê ji holê rabe. Di rewşa niha de gelek tişt tên axaftin û hê jî projeya Birêz Ocalan a sala 2013’an kirî hemû zindîbûna xwe diparêze, modelek ku di her warî û her cihî bê pêkanînê ye.”

 ‘PÊWÎSÎT BI MODELEKÊ HEYE KU DAXWAZÊ HER KESÊ BÎNE CIH’

Parlemeterê HDP’ê Kemal Bulbul bibîr xist ku weke HDP, hêzên demokrasî yên herêmî xebatên ku ji bo pêşxistin û modelên çareseriyê hene. Bulbul diyar kir ku ji bo gihiştina modeleke ku herkes bikare daxwazê mafê xwe bike û ev modela rêxistinkirinê wê bibe xwedî çêkerekî ku yekîtiyeke girseyî bide avakirin û got: “Ev çêker jî her ku biçe divê bibe xwedî hêzeke ya polîtîk û têkoşînê bilind bike.”

 ‘DIVÊ MOKDELEKE YA ÇARESERIYÊ BÊ PÊKANÎN’

Bulbul bal kişand ku divê li hemberî zextên tên kirin têkoşîna demokratîk a rewa bikin civakî û birêve bibin got: “Em ê şêwazeke têkoşînê ya ku hemû beşan li xwe digirin esas bigirin û wiha nirxand: “Divê em hemû beşan bigirin dest, bi hemû beşan re di nava têkiliyan de bin, vê têkiliyê vegerînin modeleke ya têkoşînê, vegerînin modeleke ya maf bi dest xistinê. Ya girîng ew e ku vê weke modelek ya çareser, rêvebazeke ya çareserî, amûreke ya çareserî, rêbazên têkoşînê girtina dest e. Ya li vir tê xwestin vê hewldanê bixin meryetê û pêk anîne.”