Bû cara 10’an hesabê ANF’ê yê twîtterê tê astengkirin
Dewleta Tirk a dagirker hesabê fermî yê Ajansa Nûçeyan a Firatê asteng kir.
Dewleta Tirk a dagirker hesabê fermî yê Ajansa Nûçeyan a Firatê asteng kir.
Hesabê twîtter ê “@FratHaberAjansi” beriya niha hatibû astengkirin û şûnde hatibû vekirin, ji aliyê saziyên rêveberên Tirk ve dîsa hate astengkirin.
Ji bo şopandina ANF’ê hesabê nû ev e: “@ANFyeni”
ANF a ku li gelek deverên cîhanê bi rojnamevan, wênekêş û pisporan re kar dike, bi kategoriyên siyasî, aborî, çandî û zanîstî nûçeyan, bi 8 zimanên weke Kurdî (Kurmancî-Soranî) Tirkî, Îngîlîzî, Spanyolî, Elmanî, Erebî, Farisî û Rûsî weşanê dike.