Parlamenterê BDP’ê yê Edeneyê Murat Bozlak li bajarê Upssala ya Swêdê tevlî panelekê bû û di palnelê de diyar kir ku komkujiyên Mereş û Roboskê bi zanebûn û plankirî pêk hatine û got ku hedef êve ku gelê xwdî baweriyên cuda qir bikin.
Panel bi şîara ‘Me ji Mereşê heta Roboskê komkujî ji bîr nekirine û em ji bîr nakin’ pêk hat. Tevî Bozlak, Serokê Federasyona Elewiyan a Demokrat Alî Koyluce, ji Konfederasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê Zeynel Ozen û serokê berê yê Federasyona berê ya Elewî Bektaşî û lêkolîner û nivîskar Turan Eser jî wek axaftinker tevlî bûn.
Panel bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre belgefîlmek ku komkujiya Mereş û Roboskê vedigot hat nîşandan.
Pêşî Alî Koyluce axivî û got jy ji dema osmanî û komarê de jî li ser kud û elewiyan komkujî pêk hatine û kesên rastî komkujiya hatin , hatine gel hev û têkoşîn dane. Koyluce got di n av vê têkoşînê de pêşdarazên ji berê de tê dikare ji holê bê rakirin.
DÎROKA KURD Û ELEWIYAN JI KOMKUJIYAN TIJE YE
Zeynel Ozen jî da zanîn ku dîroka elewiyan jî weke ya kurdan ji komkujiyan tije ye û got ne ji komarê ji Kerbalayê, Hallaci Mansur, Baba Îsaq, Kalender Çelebî , Pîr Sultan, Şêx Bedredîn û di dema komarê de jî bi Koçgîrî, Dêrsim, Mereş, Çorum, Sêwas û Roboskê berdewam kiriye.
Ozen got ku di dema Osmaniyan de bi fetwayan Elewî dihatin tunekirin û di dema komarê de jî bi senteza tirk-îslamê bi yek ziman, yek al û yek netewê Kurd û Elewî hatine qetilkirin.
Ozen destnîşan kir ku li Mereşê Elewî di warê aborî de gelek bi hêz bû û wiha got: “Mereş bi dehan sal bû di nav îdeolojiya fermî de berê xwe didan nêrînên şoreş ger û din ava rêxistinên kurd û çep de cih girtine. Ji berk u pêşî li wan bê girtin komkujî li ser wan pêk hat. Elewî û Kurdan ferzkirinên dewletê qebûl nekirin û ji ber vê jî dewletê jî mafê jiyanê bo wan neda nasîn û ew her tim di bin komkujiyan de derbas kirin. Roboskê mînaka dawî bû.
ERDODAN DI WARÊ ZIHNIYETÊ DE JI OSMANIYAN FÊDEYÊ DIGIRE
Turan Eser jî li Tikriyeyê azadî tune û diyar kir ku ji aliyê dewletê de hiqûq, siyaset, wijdan hatine xespkirin û wiha got: “Osmanî û Komar dibe k udi warê mekanîk de ji hev veqetin lê zihniyeta wan heman tişt e. Erdogan ê dibêje ew bi Ebu Suud ya ku 29 şeyhulîslam kir û bi fetvayên xwe 40 hezar elewî qetil kir, serbilinde, ji zihniyeta Osmaniyan xwe xwedî dike.”
QIRKIRIN POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YE
Parlamenter Murat Bozlak jî li Anatolya û Mezopotamyayê bi bîr xist ku di dîrokên cuda cuda de di encama polîtîkayen rêveberiyên navendî de civakê xwedî baweriyên cuda rastî qirkirinan hatine û destnîşan kir Mereş û Roboskê ne komkujî, qirkirin in. Bozlak wiha got: “Di hiqûqa navneteweyî de komkujî û qirkirin cuda cuda tên pênasekirin. Ji ber ku li wan deran kesên xwedî baweriyên cuda hatin qetilkirin. Dixwazin wan kesan ji holê rabikin. Ev qirkirin e. Ji Osmaniyan heta niha ev polîtîka berdewam kiriye.”
Bozlak wiha pê de çû: “Ger tu bixwazî gelekî tune bikî ji axa wan bike. Suryaniya axa xwe terk kir pirsgirêk bi dawî bû. Mafên wan nedanê. Gelê kurd tek nekir. Xwezî hun jî nehatina Ewropayê. Gelê kurd ji ber ku axa xwe terk nekir hê jî têkoşîna xwe dimeşîne. Qirkirina polîtîkaya dewletê ye. Ev ji yek navendê tê meşandin. “
ŞAHIDÊ MEREŞÊ: FAŞÎSTAN Û LEŞKERAN BI HEVRE KOMKUJÎ PÊK ANÎ
Hasan Çeto yê 70 salî jî ku şahidiya komkujiya Mereşê kiriye diyar kir ku wan dema ku cenazeyê du mamosteyên şoreşger ji mizgeftê derdixstin rastî êrîşa faşîstan ya bi çekdarî û keviran hatine û wiha got: “Ji ber vê em neçar man belav bibin. Li mala gundiyekî xwe mam. Roja din em dîsa rastî êrîşa hatine. Kesê ku ez li mala wî mabûn tifingek wî û 7 guleyên wî hebûn. Em 3 rojan bi tirsa mirinê jiyan. Mal û kargeriyên elewiyan ji aliyê faşîstan ve dihatin şewietandin. Polîs li wir tune bû. Leşkeran jî bi polîsan re tevgeriya. “