BMG: Bi têkoşîna hevpar em dikarin ji faşîzmê rizgar bibin

BMG'ê diyar kir ku yekane rêya rizgariya ji faşîzmê têkoşîna hevpar a kedkar û bindestan e.

Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) bi dirûşma “Li dijî birçîtî, faşîzm û dagirkeriyê yekane rê şoreş e” kampanya da destpêkirin ku wê 3 mehan bidome. BMG'ê têkildarî kampanyayê daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser birçîtî, bihabûn, bêkarî, hewandinê, cinayetên jinan û destnîşan kir ku tirsa gelek mirovan a “Gelo em ê sibê çawa bin?” heye.

BMG'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji ber tişteke serweran bide civak û kedkaran nemaye berê xwe dane polîtîkayên zext û zordariyê û wiha domand: "Desthilat, berê xwe dide terora dewletê ya faşîst û polîtîkayên şer û dagirkeriyê dimeşîne, şerm nake  ku dayikên ji bo girtiyên nexweş bên berdan têdikoşîn, ji erdê re kaş dike. Hewl didin ku karkerên kurd, tirk, elewî û jin neyên cem hev, bi hev re têkoşînê nedin meşandin.”

Bi domdarî DFG'ê diyar kir ku tekane çareseriya li dijî faşizmê, hatina cem hev a kedkar û bindestan û têkoşîna hevpar e û wiha bi dawî kir: "Her ku têkoşîn û berxwedan li kolanan mezin dibe, her ku hesaba zilma li me tê kirin bê pirsîn û xwedî li pêşeroja me bê derketin, dê hêviya me mezin bibe. Tekane rêya çareseriyê ya li dijî faşîzmê heye ku ew jî têkoşîna hevpar e. Em hemû gelên bindest vedixwînin têkoşîna hevpar."