Biryara Dadgeha Bilind a doza Dînk: Ne teror rêxistina sûc e
Biryara Dadgeha Bilind a doza Dînk: Ne teror rêxistina sûc e
Biryara Dadgeha Bilind a doza Dînk: Ne teror rêxistina sûc e
Daîreya Ceza ya 9. a Dadgeha Bilind, li ser doza kuştina rojnamevan û rewşenbîrê Ermenî Hrant Dînk de biryar da ku, bûyera kuştinê ne ji aliyê “rêxistina terorê“ ji aliyê “rêxistina sûc a çekdar“ ve hatiye kirin.
Tevî ku di ser bûyera kuştinê de 6 sal derbas bûne jî rayedarên Tirk hînê naxwaze bûyerê ronî bike. Daîreya Ceza ya 9. a Dadgeha Bilind der heqê doza kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya AGOS’ê Hrant Dînk de biryar da ku, sûcdar Yasîn Hayal û hevalên wî rêxistineke sûcê ava kiriye û ev Dînk kuştine. Bi vî awayî sûcdar, wê vê carê bi sedema rêxistina sûcê avakirine li Dadgeha Cezayê Giran a 14. a Stenbolê bên darizandin.
Dadgeha Cezayê Giran a 14. a Stenbolê jî, rojek berî 5 salvegera kuştina Hrant Dînk di 18’ê Çileya sala 2012’an de der heqê dozê de biryara xwe dabû. Dadgehê biryar dabû ku, ev bûyer ne ji aliyê rêxistineke terorê ve hatiye kirin û 19 bersûc serbest berdabû.
Lê belê Daîeraya Ceza ya 9. a Dadgeha Bilind, cezayê muebetê yê li Yasîn Hayal bi sedema sûcê „Bi plan rê li ber kuştinê vekiriye“ erê kir û cezayê serbestberdanê yê ji sûcê „rêveberiya rêxistina terorê ya çekdarî“ xera kir û xwest ji sûcê „avakirin û rêvebirina rêxistina sûcê“ ceza were dayîn.