Birîndarên Kobanê sewqî edliyeyê hatin kirin

Birîndarên Kobanê sewqî edliyeyê hatin kirin

6 Kobaniyên birîndar ku rojek berê li mala ku dihatin dermankirin hatin binçavkirin, di nav de refaqetvanên wan jî ku hebûn yek jê zarok 10 kes sewqî edliyeya Rihayê hatin kirin.

Di 2’ê Kanûnê de bi ser mala ku 6 Kobaniyên birîndar lê dihatin dermankirin, di demên cuda yên pevçûnên Kobanê de birîndar bibûn, qeydên wan ên AFAD û ketina wan a fermî hebû,  hatin girtin. 6 birîndar, 3 refaqetvan û xwediyê malê Mustafa Çîçek hatibûn binçavkirin. Ev 48 saet bû din bin çavan de bûn, îro derxistin Edliyeyê.

SÛCDARKIRINA BI ‘ENDAMÊ RÊXISTINA DIJ QANÛNÎ’

Di bin çavan de pansûmana birîndaran jî nehatibû kirin. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol der barê mijarê de axivî û diyar kir ku wan agahî girtine ku birîndar û refaqetvanên li gel birîndaran bi sûcdariya ku ‘endamên rêxistina çekdarî ya derveyê qanûnî ne’ hatine binçavkirin. Ozbîngol got ku piranî kesan mafê xwe yê neaxaftinê bikar anîne û di bin çavan de pirsên weke ‘Kê li we dinêrî?, Kê xwarin da we? Kê hûn anîn? ji wan pirsîne.

YEK ZAROK E

Ozbîngol destnîşan kir ku ji bilî xwediyê malê Mustafa Çîçek, xwendekarekî zanîngehê û birîndarek,  du refaqetvan û 5 birîndar ji Kobanê û yek jî zarokekî 16 salî ye. Ozbîngol got ku zarokê 16 salî birine Şaxa Zarokan û ji ber serdegirtina malê psîkolojiya wî xera bûye û her tim digirî.

'JI BER AGAHIYA MALBATA MIN TUNE MIN NASNAMEYA ŞAŞ DA'

Ozbîngol diyar kir ku yek ji birîndaran ji Bakurê Kurdistanê ye û di îfadeya ku daye de diyar kiriye ku ji ber agahiya malbata wî tune ye neçar maye nasnameya xwe veşêre. Ozbîngol diyar kir ku ev mirovên ku carekê jixwe mexdûr bûne cara duyem tên mexdûrkirin û 10 kesên sewqî edliyeyê hatine kirin wê li Dozgeriya Komarê îfadeyê bidin.