Binçavkirinên li Romayê hate protestokirin

Binçavkirinên li Romayê hate protestokirin

Kurdistaniyên li Romayê binçavkirina ciwanên Kurd ên li herêma Zeeland a Holandayê protesto kirin.

Kurdistaniyên li Îtalyayê dijîn, li paytext Romayê binçavkirina ciwanên Kurd ku 3’yê berfanbarê li herêma Zeeland a Holandayê hatin binçavkirin, protestokirin. Kurdistanî li ber balyozxaneya Holandayê kom bûn û bi rayedaran hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de hate xwestin ku hemû ciwanên Kurd ên di binçavan de serbest berdin.

Polîsên Holandayê roja 3’yê berfanbara 2012 55 ciwanên Kurd li herêma Zeelandê binçav kiribû. Ji vana 46 serbest hatibûn berdan û 9 kesên din jî veguhestibûn Dadgeha Rotterdamê û heta niha di binçavan de tên ragirtin.