Binçavkirina ciwanên Kurd ku 3’yê berfanbarê li herêma Zeeland a li başûrê Hollandayê pêk hat li bajarê Almanya Hamburgê hate protestokirin.
Kurdistaniyan li ber konsolosxaneya Holandayê xwepêşandan li dar xistin û xwestin 9 ciwanên Kurd ên di binçavan de serbest bên berdan. Kurdistaniyan xwestin bi rayedarên konsolosxaneyê re hevdîtin pêk bînin, lê daxwaz hate redkirin.
Polîsên Holandayê roja 3’yê berfanbara 2012 55 ciwanên Kurd li herêma Zeelandê binçav kiribû. Ji vana 46 serbest hatibûn berdan û 9 kesên din jî veguhestibûn Dadgeha Rotterdamê û heta niha di binçavan de tên ragirtin.