Bîlgen: Em ê çarenûsa Qersê biguherînin

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariyê Ayhan Bîlgen got, "31'ê Adarê wê çarenûsa Qersê biguhere."

Rêxistina HDP'ê ya Qersê bi civîna danasîna namzetan re namzetên xwe yên ji bo Meclîsa Giştî ya Bajêr û Meclîsa Şaredariyê da naskirin. Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen ku namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariyê ne, tevlî civîna rêxistina HDP'ê ya bajêr bûn.

Alaca got, "Ji bo me cihê rûmetê ye ku di nava kadro, organên vê partiyê de cih bigirin. Pêwîste em bi vê bîr û baweriyê tevbigerin. Dirûşmek heye ku kêfa min gelekî jê re tê; 'HDP hêvî ye, hêvî zindî ye'. Em ê 31'ê Adarê nîşanî her kesî bidin ku em xurt in."

Bîlgen jî anî ziman ku gelê Qersê wê lîstikên li ser wan tên lîstin xera bike û got, "31'ê Adarê wê çarenûsa Qersê biguhere. Em ê ti carî bi rengekî neyînî nêzî kesan nebin ji ber tercîha wan a berê. Em ê ji kesî nepirsin 'hûn heta niha li ku bûn?' Em rûpelekî nû vedikin. Em ê li pêşiya xwe, li paşeroja xwe binerin. Em ji îro ve bang li her kesî dikin ku tevlî vê têkoşînê bibin."