Bîlançoya li Parîsê giran dibe

Di êrîşên li paytexta Fransa Parîsê de li gorî hejmarên ne fermî 140 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn. Serokkomarê Fransayê Hollande rewşa awarte îlan kir û diyar kir ku sînorê welêt hatine girtin.

Li rojhilatê paytexta Fransa Parîsê, li restorantek û saloneke konserê du êrîşên çekdarî hatin kirin. Her wiha li cihekî nêzî stadyûma ku maça dostaniyê di navbera tîmên Fransa û Elmanya de dihat lîstin, du teqînên cuda rû dan. Li gorî agahiyên ne fermî herî kêm 140 kesan jiyana xwe ji dest dan. CNN International ragihand ku 153 kesan jiyana xwe ji dest dane. AFP'ê diyar kir ku rewşa ji 200 birîndaran ya 80 kesan giran e.

Li dû êrîşa li Bataclan a sed metre dûrî Bûlwara Voltaîre, ku konser lê hebû, gelek kes dîl hatin girtin. Di encama êrîşa çekdarî ya li hemberî bara "Le Carîllon" a li nêzî Bataclanê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Rojnamevanên ku bûyer şopandin, rewş weke 'kabûsê' pênase kirin. Hat ragihandin ku ji Bûlwara Voltaîre gelek caran dengê çekan hatiye bihîstin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku êrîşkar 5-6 kes bûn.

Şahidan anîn ziman ku du êrîşkarên çek di destê wan de hebûn êrîşî bara bi navê Le Carîllon kirin û dûre reviyan. 2 kes jî bûn hedefa êrîşkarên li "Le Petît Cambodge". Şahidekî bûyerê got, "Bi awayekî tirsnak gelekî dirêj dewam kir. Kalaşnîkov rakir û êrîşî Carîllon kir. Dengê hawara mirovan dihat me. Herî kêm 10 cesed li erdê bûn."

Koma muzîkê ya Metal Eagles of Death dema li Bataclanê konser dida, êrîş pêk hat. Hat ragihandin ku di erîşê de gelek kes dîl hatin girtin û herî kêm 20 caran gule hatiye reşandin. AFP'ê ev agahî li gorî vegotinên yek ji dîlgirtiyan, nivîsand. Rojnamevanên ku nûçe dişopandin jî anîn ziman ku bi qasî 15 polîs bi çekên xwe hatine cihê bûyerê.

Di heman demê de du kesan bi çekê êrîşî terasa kafeyek li kolana Charonne kir. Şahidekî bûyerê anî ziman ku herî kêm 100 gule hatin reşandin.

Di heman demê de li nêzî Stade de France 2 yan jî sê teqînan rû dan. Stad bi temamî hat girtin û Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande yê ji bo temaşekirina maça Fransa-Elmanya hatibû stadyûmê neçar ma ji stadyûmê derkeve û çû maseya krîzê. Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo jî ji her kesî xwest ku li mala xwe bimînin. Serokkomarê Fransayê Hollande rewşa awarte îlan kir û diyar kir ku sînorê welêt hatine girtin.

Polîsê Fransayê piştî êrîşê, der barê tedbîrên ewlekariyê de hişyarî da. Polîsan ji gel xwest, ku ne ji neçarî be dernekevin derev. Hemû dibistan û zanîngeh hatin girtin. 5 xetên metre jî hatin girtin.