NÛ BÛ I

Bîlançoya li Lubnanê girantir bû: 356 kes mirin û zêdetirî hezar kes birîndar bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê derbarê êrîşên Îsraîlê de daxuyaniyek nû da û daxuyand ku di êrîşên Îsraîlê ku danê sibê hatin kirin de hejmara miriyan derket 356 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê de zêdeyî 350 kes mirin û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûn.

Li gorî wezaretê di nav kuştiyan de jin, zarok û xebatkarên rizgarkirinê jî hene.

Artêşa Îsraîlê ji danê sibeha Duşemê ve Bekaa û başûrê Lubnanê bi dijwarî bombebaran dike.

Artêşa Îsraîlê bang li niştecihên başûrê Lubnanê û Bekaayê kir ku ji hemû avahiyên ku çekên Hizbûlahê tê de ne dûr bisekinin. Artêşa Îsraîlî diyar kir ku wan zêdetirî 800 hedefên Hizbûlahê xistine.

Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog tevî bomberbaranên dijwar jî got, Îsraîl “şer naxwaze.” Herzog wiha got: “Ez dîsa dibêjim Îsraîl şer naxwaze. Lê maf û erka me heye ku em gelê xwe biparêzin.”

Herzog di daxuyaniya li ser X’ê de cih da vîdeoyek ku tê de stokên fuzeyên Hizbûlah li "herêmên sivîl" bi cih kirine nîşan dide û "gefên" li ser dewleta Îsraîl temsîl dike.

Serokomar îdia kir ku “Bi hezaran roketên menzîl dirêj li mal, odeyên rûniştinê, odeyên razanê û metbexê de hene û piştre bi armanca kuştina gelê me wan bi kar tînin.”