NÛ BÛ

Çakas: Desteya Çavdêrî û Îdarî mîna DGM'ê dixebite

Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Yûsûf Çakas got, Saziya Çavdêrî û Îdarî mîna rêveberiya awarte, Dadgehên Ewlekariya Dewletê dixebite.

ÊŞKENCEYA LI ZINDANAN

Piştî ku Desteya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehan di sala 2021'ê de kete meriyetê, înfaza bi sedan girtiyên siyasî ya hate şewitandin yan jî berdana wan hate astengkirin. Desteya Çavdêrî û Îdarî xwe kir mîna dadgeheke paralel û bû sedem ku bi hezaran carî mafên mirovan bêne binpêkirin.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Yûsûf Çakas li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan ji ANF'ê re axivî. Çakas got, "Desteya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê ji aliyê dozgerekî ve tê birêvebirin û hemû endamên li derveyî vî dozgerî karmendên dozger in; nikarin derveyî dengê dozger dengekî cuda bidin. Deste li ser ferzkirina poşmaniyê ya li girtiyên siyasî tevdigere. Pirsgirêka esasî jî ew e ku mîna dadgehekê tevdigere. Mîna rêveberiya awarte, mîna Dadgehên Ewlekariya Bilind (DMG) dixebite. Em vê yekê bi şênberî dikarin bibêjin. Kesên ku di salên 1990'î de dihatin binçavkirin nêzî 50 rojan di binê çavan de diman, nikarîbûn parêzerên xwe bibînin. Mejiyê DGM'ê û Desteya Çavdêrî û Îdarî jî weke hev e. Bêyî parêzeran dadgehekê ava dikin, darizandinê pêk tînin. Ti cudahiya vê ji mejiyê rewşa awarte nîne."

BERDANA BI ŞERT JI HOLÊ TÊ RAKIRIN

Çakas got, ji bo kesekî 30 salan li girtîgehê maye, ji bilî îfadeyên bi êşkenceyê pê dane îmzekirin ti sûcdarî qebûl nekiriye gotina 'tu poşman e' tê wateya rizandina îdîaya 30 salan û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Deste li fikrê girtî Yê li ser meseleya Kurd dipirse. Pirsên ku ne karê îdareya girtîgehê, dozger û komîsyonê ye dipirse, bi vî rengî li ser nêzîkatiya bernedanê tevdigere. Kesekî ku 6 sal û 3 meh ceza lê hatibe birîn normal piştî 4 sal û 8 mehan divê bê berdan, lê belê li gelek girtîgehan bi temamî tê ragirtin. Guhertina qanûna ku em jê re berdana bi şert dibêjin û li tevahiya cîhanê derbas dibe, bi ferzkirina poşmaniyê ji holê tê rakirin."

DESTE PARÇYEKE JI NEÇARESERIYÊ YE

Çakas anî ziman ku meseleya Kurd dewam dike, nehatiye çareserkirin û got, "Meseleyek ku nehatiye çareserkirin ji girtîgehê heta bi kolanan wê bandorê bike. Deste jî parçeyek ji vê yekê ye." Çakaş destnîşan kir ku ev polîtîka li girtîgehan bi ser neketiye û got, "Girtî ji ber Kurdbûna xwe û nêzîkatiya xwe ya li meseleya Kurd poşman nebûn."