Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û got, "Di şeva Duşemê de artêşê li dehan hedefên Hîzbûllahê yên li gelek herêmên li başûrê Lubnanê xist." Hate ragihandin ku Duşemê nava rojê jî li 1.600 hedefan hate xistin. Bîlançoya van êrîşan hîn nehatiye eşkerekirin.
Hîzbûllahê jî ragihand ku nîvê şevê saet di navbera 03:30 û 04:00 de 6 caran êrîş bir ser çeperên Îsraîlê yên li Afula û Megiddoyê ku bi dehan kîlometre dûrî sînorê Lubnanê ne.
LI LUBNANÊ FERMANDARÊ QADÊ YÊ HAMASÊ HATE KUŞTIN
Hamasê şeva Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşên li ser Başûr û Bekaayê de yek ji 'fermandarên qadê' yên li Lubnanê hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Fermandarê qadê yê Tûgayên El Qasim ku baskê leşkerî yê komê ye Huseyîn Mahmûd Nader di êrîşa 'bêrehm' a hêzên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de, bi 'operasyona sûîqestê' hate kuştin."
LI LUBNANÊ 492 KES MIRIN, 35 JI WAN ZAROK BÛN
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê nîvê şevê hejmarên demkî yên dawî ragihand û diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de yên roja Duşemê 492 kes hatin kuştin ku 35 ji wan zarok, 58 jî jin bûn. Hate ragihandin ku 1.645 kes jî birîndar bûn.