Bîlançoya li Lubnanê girantir bû: 182 kes mirin û zêdetirî 700 kes birîndar bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê derbarê êrîşên Îsraîlê de daxuyaniyek nû da û daxuyand ku di êrîşên Îsraîlê ku danê sibê hatin kirin de hejmara miriyan derket 182 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê de 182 kes mirin û 727 kes jî birîndar bûn.

Wezaretê di daxuyaniya berê de ragihandibû ku 100 kes mirine û zêdeyî 400 kes jî birîndar bûne.

Li gorî wezaretê di nav kuştiyan de jin, zarok û xebatkarên rizgarkirinê jî hene.

Artêşa Îsraîlê ji danê sibeha Duşemê ve Bekaa û başûrê Lubnanê bi dijwarî bombebaran dike.

Artêşa Îsraîlê bang li niştecihên başûrê Lubnanê û Bekaayê kir ku ji hemû avahiyên ku çekên Hizbûlahê tê de ne dûr bisekinin. Artêşa Îsraîlî diyar kir ku wan bi sedan hedefên Hizbûlahê xistine.

Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog tevî bomberbaranên dijwar jî got, Îsraîl “şer naxwaze.”

Herzog wiha got: “Ez dîsa dibêjim Îsraîl şer naxwaze. Lê maf û erka me heye ku em gelê xwe biparêzin.”

Herzog di daxuyaniya li ser X’ê de cih da vîdeoyek ku tê de stokên fuzeyên Hizbûlah li "herêmên sivîl" bi cih kirine nîşan dide û "gefên" li ser dewleta Îsraîl temsîl dike.

Serokomar îdia kir ku “Bi hezaran roketên menzîl dirêj li mal, odeyên rûniştinê, odeyên razanê û metbexê de hene û piştre bi armanca kuştina gelê me wan bi kar tînin.”