Li Srî Lankayê serokkomarê marksîst hate hilbijartin

Li Srî Lankayê hilbijêran di hilbijartinên serokkomariyê de kesekî marksîst û heyranê Che Guevara hilbijart.

Anura Kumara Dissanayaka bû serokkomarê Srî Lankayê yê nû.  Anura Kumara Dissanayaka weke heyranê Che Guevara û Fidel Castro tê zanîn û piştî du serhildanên partiya wî yên li dijî hikûmetê dev ji têkoşîna çekdarî berdabû.

Li gel eşkerebûna encamên hilbijartinan, Anura Kumara Dissanayake yê 55 salî bû nehemîn û yekemîn serokkomarê marksîst ê Srî Lankayê.

Welatiyên Srî Lankayê bi girseyî beşdarî hilbijartinan bûn ku rêjeya tevlîbûna hilbijartinan weke ji sedî 77 hate diyarkirin.

Dissanayake bi girtina ji sedî 42.3’yê dengan bû yekemîn lê belê ji bendava  %50 +1’ê derbas nebû.

Li Srî Lankayê cara ewil komîsyona hilbijartinê neçar ma ku ‘’dengên tercîhkirî’’ hilbijêre.  Li Srî Lankayê hilbijêr dikarin bi tenê namzedekê hilbijêrin yan jî her sê namzedên ewil li gorî rêza tercîha xwe hilbijêrin.

Dissanayake di kêliyên dengdanê de gotibû; ‘’Ev hilbijartin wê ji bo Srî Lankayê bibe xala veçerxê.’’

Partiya Dissanayake cara ewil di sala 1971’an de li dijî rayedaran yekem serhildana xwe dabûn destpêkirin û ev serhildan bi mirina 20 hezar kesî di demeke kurt de hatibû çewisandin.  Her wiha piştî 16 salan partiya Dissanayake dubare têkoşîna çekdarî dabû destpêkirin. Ev serhildana duyem jî di sala 1989’an de bi dawî bûbû û li gorî texmînan 60 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Anura Kumara Dissanayaka dema ku di sala 2014’an de dibe serokê partiya xwe xwe ji feraseta pêşerojê dûr xist û dev ji têkoşîna çekdarî berda û gotibû; ‘’Ew ê weke gelê Srî Lankayê careke din serî li  têkoşîna çekdarî nedin.’’