Îran ji bo pêşî li koçberên Efgan bigire dîwarekî 10 km ava kir

Rayedarekî leşkerî yê Îranê daxuyand ku ji bo koçberên Efgan derbasî welatê wan nebin li ser sînor dîwarek bi dirêjahiya zêdetirî 10 kîlometreyan ava kirine.

Alîkarê Fermandarê Hêzên Bejayî General Nûzar Nematî ji çapemeniya herêmî re axivî û got, "Li ser sînor zêdetirî 10 kîlometreyan dîwar hatiye çêkirin û tê plankirin ku 50 kîlometreyên din jî bê avakirin." Sînorê di navbera Îran û Efganistanê de 900 km ye.

Wezîrê Navxwe Îskender Mumenî ragihand ku di 9’ê Îlonê de sînor bi "temamî” hatiye girtin û anî ziman ku ew "êdî nikarin hejmareke ewqas mezin ên koçberên Efganî qebûl bike."

Piştî ku Talîban di sala 20212an de desthilatdariya Kabîlê xist destên xwe pêla koçberên Efganî ber bi Îranê ve zêde bû.

Li gorî hejmarên dawî yên hikûmetê di Tebaxê de weşandin, "zêdetirî 2.7 milyon penaberên qanûnî yên Efganî hene” ango malovaniya “% 97 koçberên qanûnî" dikin. 

Hikûmetê hejmara giştî ya koçberên Efganî yên li ser xaka Îranê eşkere nekir. Lê endamê parlamentoyê Ebulfazl Turabî hejmara koçberan di navbera şeş û heft mîlyonan de texmîn kir. Şi gorî hin derdoran jî hejmara koçberên Efganî 8 milyon e. Piraniya wan li bajarên mezin bi mûçeyên kêm dixebitin. Bi piranî li avahîsaziyê yan jî di karsaziyên piçûk de dixebitin.

Fermandarê pasdarên Îranê Ehmed Riza Radan di 10’ê Îlonê de daxuyaniyek da û ragihand ku desthilatdarî dixwazin heta dawiya Adara 2025’an du milyon koçberên bê belge dersînor bikin.