Li Stenbol û Mêrdînê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin

Hêzên dewleta Tirk serê sibehê li Stenbol û Mêrdînê avêtin ser malan. Di encamê de rêveberên HDK, DEM Partî û HDP'ê jî di nav de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.

Polîsan vê sibehê li navçeyên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) jî di nav de 6 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.

Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevberdevka Herêma 1’emîn a DEM Partiyê Dîlber Demîr, rêveberê DEM Partiyê Yusuf Meniye, rêveberê DEM Partiya Navçeya Arnavutkoyê Hayrettîn Erîklî, rêveberê DBP’ê Mustafa Kizilkaya, xebatkarê HDK’ê Şamîl Altan, rêveberê MATUHAY-DER’ê Kalo Bozutmak.

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Hat zanîn ku biryara sînordarkirinê ango veşarî li ser dosyeyê heye.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku rêveberên HDP'ê yên berê Necla Kaya, Abdulganî Ferîtogûllari û Yasemîn Demîrkaya jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku binçavkiriyan birine Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr.