Li dijî Lubnanê êrîşên dijwar: Nêzî 100 kes hatin kuştin û zêdetirî 400 jî birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê, ragihand ku li Lubnanê zêdetirî 300 nuqteyan bombebaran kirine. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, jî ragihand ku di encama êrîşan de 100 hatine kuştin û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê, da xuyakirin ku di saetên sibê de li dijî hedefên Hîzbûllahê êrîşeke berfireh dane destpêkirin.

Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin di encama êrîşên ji sê aliyan ve hatiye destpêkirin, zêdeyî 300 çeperên Hîzbûllahê hatiye hedef girtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, jî ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê yên sibehê de hejmara miriyan bû 100 kesî û di heman demê de zêdetirî 400 kes jî birîndar bûne.

Wezaretê, ragihand ku di nava kesên hatine kuştin de jin, zarok û xebatkarên rizgarkirinê jî hene.