BI DÎMEN

HPG'ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku van hevrêyên me yên hêja radestî me kirine mezin bikin û di şexsê wan de hêjayî şehîdan hemûyan bibin."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"26'ê Hezîrana 2018'an li herêma Zapê di encama êrîşa dijmin de hevrêyên me Îbrahîm û Reşîd tevlî karwanê şehîdan bûn, em wan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Lehengê xelkê Mêrdînê hevrêyê me Îbrahîm bi hevrêtiya xwe ya ji dil û kesayetiya xwe ya têgihiştî pêwîstiyên milîtaniya Apoyî bi cih anî. Ji bo tola lehengên li Rojava û Şengalê di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bûn hilîne, berê xwe da çiyayên azad. Weke ciwanekî Kurd ê zane, li hemberî konsepta tasfiyeyê ya ku dewleta Tirk li gelê me û partiya me ferz dike, her tim hewl da bersivê bide dijmin û derbê lê bixe. Hevrêyê me li gelek qadan bi berpirsyarî rabû, karên xwe bi dîsîplîn û hesasiyeteke mezin bi cih anî. Bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta serketinê û jiyana xwe ya li ser xeta partiyê bû mînak. Hevrêyê me Îbrahîm mîrateyeke têkşoînê ji me re hişt ku qet neyê jibîrkirin.

Hevrêyê me Reşîd ku taybetmendiyên asî û berxwedêr ê Amedê di kesayetiya xwe de vehewand û her tim xwest, ya nepêkan pêk bîne, bû gerîlayekî welê ku bi fedakariya xwe dihate naskirin. Hevrêyê me Reşîd bi kesayetiya xwe ya kedkar û pratîkî kete dilê hevrêyên xwe û bi dilsoziya xwe ya xurt a bi Rêbertî û şehîdan re hate naskirin. Hevrêyê me Reşîd di demekê de ku êrîşên dijmin zêde bûn biryar da tevlî nava refên grîla bibe. Bi kesayetiya xw eya dilnizm bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Meşa xwe ya azadiyê ku bi biryardarî û îdîayeke mezin destpê kir, bi şehadeteke bi rûmet tacîdar kir û cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girt.

Hevrêyên me Îbrahîm û Reşîd ku fedaiyên xeta Apoyî bûn û berê xwe timî li serketinê bû, wê bi sekna xwe ya bi biryar a li ser xeta serketinê timî ji aliyê şopdarên xwe ve bêne bîranîn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Îbrahîm û Reşîd bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ku van hevrêyên me yên hêja radestî me kirine mezin bikin û di şexsê wan de hêjayî şehîdan hemûyan bibin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Îbrahîm Mêrdîn
Nav paşnav: Sabrî Karaman
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Kamîle-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2018 / Zap

Nasnav: Reşîd Farqîn
Nav paşnav: Servet Uzyandî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Gulîstan-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2018 / Zap

ÎBRAHÎM MÊRDÎN

Hevrê Îbrahîm, di nava malbateke welatparêz de li navçeya Midyad a Mêrdînê jidayik bûye. Ji ber welatparêziya malbatê, bi çand û ehlaqa Kurdî girêdayî mezin bû. Ji ber gelek kes ji derdora wî tevlî nava refên gerîla bibûn, bû sedem ku hevrêyê me Îbrahîm di temenek biçûk de bikeve nava lêgerînan. Di salên ku zilma dijmin dijwar bû û dewletê bi hovane êrîşî gelê me kir de, malbata wî neçar mabû koçî metropolan bike, lê ji bo parastina cewhera xwe her tim nirxên xwe parast. Ji ber bi awayekî rehet bi zimanê xwe yê dayikê nedikarî biaxive, li dijî polîtîkayên asîmlasyonê ya sîstemê kete nava hewldanan. Di temenê biçûk de dibistanên pergalê yên ku hêlîna asîmilasyonê bû berda û desteka aborî da malbata xwe. Hevrêyê me Îbrahîm ku di gelek xebatên cuda de cih girt, di temenê biçûk de rastî kedê nas kir. Hevrêyê me ku sempatîzanê tevgera me bû û di ferqa zilma dewletê ya li dijî gelê me ye, xemsariyê qebûl nekir û biryar da ku di nava karê ciwanan de cih bigire. Di her hawira ku di nav de bû bi moral tevlî xebatan bû û dixwest erkên ciwantiyê bi cih bîne. Hevrêyê me ku di xebatan de derfet dît ku tevgera azadiyê baştir nas bike, têkoşîna xwe roj bi roj mezin kir. Tiştên heyî wî têr nedikir, di ferqa polîtîkayên ji rê derxistin û asîmîlasyonê ku sîstemê li ser ciwanan ferz dike de bû û xwest bersivê bide hemû êrîşan. Ji bo bersivê bide her êrîşa li Kurdistanê, bêhtir bi xebatên xwe ve hat girêdan. Li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a qirker û çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî gelê me bêdeng nema û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Di wê zanabûnê de bû ku bersiva herî mezin a li dijî êrîşan tevlîbûna li nava refên gerîla bû û li ser vê esasê di sala 2014'an de berê xwe ji Stenbolê da çiyayên azad.

Hevrêyê me Îbrahîm ku perwerdeya xwe ya şervaniya nû li herêma Zapê dît, di demeke kurt de hînê jiyana gerîla û çiyê bû. Ji jiyana kolektîf a partiya me gelekî bi bandor bû. Di perwerdeya şervanên nû de ji bo xwe ji aliyê îdeolojîk ve bi pêş bixe, materyalên Partiyê xwend, di jiyanê de nîqaş kir û ji bo her kêliya xwe dagirtî derbas bike kedek mezin da. Ji ber tevlîbûna xwe ya ya bi moral û meraqa hînbûnê, di demeke kurt de teqdîra hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrê Îbrahîm ku bi rengekî serketî ji perwerdeya şervaniyê mezûn bû, li herêma Zapê tevlî nava kar û xebatan bû. Bi aliyê xwe yê kedkar û fedekar re her tim di nava xebatên pratîkî de li pêş bû. Hevrêyê me ku dixwest di branşên leşkerî de xwe bi pêş bixe, ji bo vê yekê pêşniyarên xwe kir. Hevrêyê me derfet dît ku di perwerdeyê de pratîka xwe ya sê salan li ber çavan derbas bike, kêmahiyên xwe analîz bike û bi îdîayê ku bibe gerîlayekî pispor û xwe ji pêvajoya nû re amade bike, lêhûrbûnên kûr jiyan. Hevrêyê me ku li ser rastiya Rêbertî û dîroka Partiyê lêhûrbû, ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne hilîne, di perwerdeya leşkerî de kedeke mezin raber kir. Hevrêyê me Îbrahîm, bi hevrêyên xwe yên ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne ve bi awayekî kûr girêdayî bû. Hevrêyê me vê girêdanbûnê ji bo xwe kir çavkaniya hêzê û perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand. Hevrê Îbrahîm ku dîsa berê xwe da herêma Zapê vê carê hem zanîna herêmê û hem jî jêhatîbûna xwe ya li branşên leşkerî li ber çavan girt, bi zanebûna pisporî û bîrdozî ku di perwerdeyê de bi dest xist, bi her awayî alîkarî da hevrêyên xwe. Hevrêyê me Îbrahîm li ser pratîkkirina taktîkên gerîla yên serdema nû û bersivdayîna êrîşên dijmin lêhûrbû û mîna perwerdê nêzî her kêliya jiyanê bû.

Hevrêyê me Îbrahîm Mêrdîn ku meşa xwe ya azadiyê li metropolan da destpêkirin û li lûtkeyên Zagrosan tacîdar kir; karî bi taybetmendiya xwe ya kedkar, fedekar û hevrêtiya kûr re, cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de bigire. Hevrêyê me Îbrahîm ku milîtanek Apoyî bû û tevî şert û mercên herî giran ti hincet qebûl nekir û her tim xwest derbe li mêtîngeran bixe, di êrîşa dijmin a 26'ê Hezîrana 2018'an de tevlî karwanê şehîdan bû. Em soza xwe dubare dikin ku weke şopdarên wan em ê têkoşîna xwe mezin bikin û li ber bîranîna şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.

REŞÎD FARQÎN

Hevrêyê me Reşîd li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku sadebûn û welatparêziya Amedê li gel xwe dihewîne, di zarokatiya xwe de li hemberî bûyerên civakî yên li Kurdistanê rû didin, lêpirsînekê dijî.  Ji ber hin sedeman malbata hevrêyê me neçar dimîne ku koçî Stenbolê bike û ev yek jî dike ku hevrêyê me bi hesreta Kurdistanê mezin bibe û di salên dibistanê de Kurdî neaxaftinê qebûl nake û naçe dibistanên pergalê.  Hevrêyê me ji bo alikariya debara malbata xwe di gelek karên cuda dixebite. Hevrêyê me Reşîd yê ku dizane bi keda xwe debara xwe bike, di zarokatiya xwe de hîn dibe ku  li ser lingên xwe bisekine.  Bi fêmkirina pîrozbahiya kedê kar dike û di gelek mijaran de piştevaniya malbata xwe dike.  Welatparêzbûna derdora wî ya kar û nakokiyên li gel peyda dibin, dibin wesîle ku di nava xwe de lêpirsînên kûr bijî. Hevrêyê me li gel ciwanên welatparêz di nava hin xebatan de cih digire û bi coş û morala ciwantiyê zêdetir tevlî xebatan dibe. Hevrêyê me di sala 2014’an de di çalakiyeke civakî de birîndar dibe û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezin dike û roj bi roj biryardariya xwe ya têkoşînê bihêztir dike.  Şehadetên Têkoşîna Kobanê bandoreke mezin lê dikin. Hevrêyê me Reşîd dixwaze di nava têkoşîna destanî de cihê xwe bigire û biryar dide ku tevlî refên gerîlayan bibe.  Di sala 2015’an de ji bajarê Stenbolê berê xwe dide çiyayên Kurdistana ku hesreta wê dikişand û yekem pêngava xwe ya ji bo gerîlatiyê li Zagrosan diavêje.

Hevrêyê me Reşîd li qada Cîlo perwerdeya şervanê nû distîne û bi serbilindiya gerîlabûnê bi kelecaneke mezin tevlî perwerdeyan dibe. Xwezaya Cîloyê ya bêhempa bandoreke mezin li hevrêyê me dike û dixwaze zêdetir vê erdnigariya xweşik hîn bibe. Piştî ku weke gerîlayekî serkeftî perwerdeya şervanê nû temam dike, li qada Cîlo tevlî xebatên pratîkê dibe û di gel şert û mercên çiyayên Zagrosê yên dijwar jî di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan dibe. Hevrêyê me Reşîd bi kesayeta xwe ya pratîk û fedekar hem ji hevrêyên xwe re dibe alîkar û hem jî xwe pêş dixe û  bûna gerîlayekî pispor dike armanca xwe.  Hevrêyê me di sala 2016’an de di warê akademîk de perwerdeya leşkerî distîne û di di perwerdeyan de weke gerîlayekî pispor der diçe. Hevrêyê me yê ku hem di warê îdeolojîk de û hem jî di warê leşkerî de kûrbûnên xwe zêdetir dike û tim ya haerî baş dike armanca xwe, tecrûbeyên mezin bi dest dixe. Di perwerdeyan de nirxandinên Rêbertiya me yên têkildarî analîza kesayetan û leşkerbûnê dixwîne û hewl dide xwe di hemû waran de pêş bixe.  Hevrêyê me Reşîd jiyana xwe ya di nava pergalê de pirs dike û dixwaze weke mîlîtanekî Apoyî ji pêvajoyê re bibe bersiv û girêdayî vê yekê di warê leşkerî de tecrûbeyan bi dest dixe û perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike.  Hevrêyê me derfetê bi dest dixe ku kûrbûnên xwe yên di perwerdeyê de  di pratîkê de pêk bîne û di gelek xebatan de cih digire. Ji xebatên binesaziyê heya amadekirina tunelên şer di hemû xebatan de bi fedakariya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me Reşîd di sala 2017’an de derbasî herêma Zapê dibe û li vir tecrûbeyên xwe li gel hevrêyên xwe parve dike û berpirsiyariyeke mezin digire ser milên xwe. Hevrêyê me Reşîd bi kesayeta xwe ya kamil û tevlîbûna xwe ya sade di hemû xebatan de bû mîlîtanekî mînak.

Hevrêyê me Reşîd Farqîn ku di 28’ê Hezîrana 2018’an de di êrîşeke dagirkeriya Tirk a li ser herêma Zapê de tevlî karwanê şehîdan dibe, weke şervanekî wêrek bi tevlîbûna xwe ya jidil û mutewazî karî hemû caran  bibe mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Em weke hevrêyên wî yên têkoşînê soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşîna azadiyê ya hevrêyê me dewrî me kiriye, bi serketinê li ba bikin."