Artêşa Îsraîlê li dijî Lubnanê nêzî 150 êrîş pêk anî

Artêşa Îsraîlê, ragihand ku roja Duşemê di saetên berbangê de li dijî Hîzbûllahê yên Lubnanê nêzî 150 êrîş pêk aniye.

Artêşa Îsraîlê, bi daxuyaniyekê ragihand ku di saetên berbangê de nêzî 150 êrîş li dijî hedefên Hizbûllah ên Lubnanê pêk aniye.

Hat diyarkirin ku, "Danê sibehê bi qasî 150 êrîşên hewayî hatin pêk anîn."

Berdevkê artêşê, ragihand ku êrîş di navbera saet 6:30 û 07:30’yan de pêk hatin.

KESEK MIR Û BI DEHAN KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, jî ragihand ku di encama êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser gelek bajarokên başûrê Lubnanê de kesek mir û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, êrîşên hewayî yên li dijî cih û warên sivîlan dewam dikin, hin ji birîndaran rewşa wan giran e.