"Bila çêkirina Qereqol û HES bên rawestandin, Ocalan were berdan"

"Bila çêkirina Qereqol û HES bên rawestandin, Ocalan were berdan"

Çewlikiyan ji heyeta Komîsyona Mirovên Aqilmend xwest, pergala cerdevaniyê bê rakirin, çêkirina qereqol û HES’an werin rawestandin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê berdan.

Heyeta Komîsyona Mirovên Aqilmend, di çarçoveya danûstandinê xwe yên li Bakurê Kurdistanê de li navenda Çandê ya Şaredariya Çewlikê bi gel re hatin cem hev. Çewlikiyan di civînê de daxwaz û bendewariyên xwe ji heyetê re anî ziman û got,n „Bila perwerdeya zimanê dayikê bê dayîn, di pêvajoya aştiyê de rayedarên hukûmetê û medya zimanekî çêker bikar bînin, pergala cerdevaniyê bê rakirin, HES û qereqolên bi lezgînî tên çêkirin, werin rawestandin û ji bo pêvajo erênî biçe serî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest were berdan.“

Çewlikiyan nêrînên xwe bi vî rengî anîn ziman; "Çawa ku li dijî asîmîlasyon û înkarê vî gelî bi berxwedanê bersiv da, wê îro jî xwedî li gerîlayên vedikişin derkevin. Divê rêya jiyana siyasî li gerîla were vekirin. Di şûna ku me bişînin dojehê, bila destpêkê hesabê wê dojeha li Roboskî ava kirin, bidin. Kurd ne tenê îro, bi salane aştiyê dixwaze. Şerê PKK’ê ji bo azadî, demokrasî û aştiyê ye.“