BI DÎMEN

'Rêkeftina QSD-Rêveberiya Şamê ya demkî tekane rêya aştiyê ye’

Hevseroka Meclîsa Gel a kantona Efrîn û Şahba Mûşîra Mele Reşîd hişyarî da û got, "Eger rewşa heyî bi vî rengî dewam bike, wê xetereya hilweşandina Sûriyeyê rû bide."

Hevseroka Meclisa Gel a Efrînê û kantona Şehba Mûşîra Mele Reşîd ji ANF'ê re li ser rewşa heyî ya li Sûriyeyê axivî û behsa pêşhateyên şoreşa Sûriyeyê kir. Mûşîra Mele Reşîd bal kişand ser peymana vê dawiyê û metirsiya nebûna çareseriyê û xetereya hilweşîna Sûriyeyê anî ziman.

Mûşîra Mele Reşîd got, "Herêm veguheriye xwînrij, komkujî û kuştinan. Lê raya giştî ya navneteweyî tiştên diqewimin ji nedîtî ve tên. Ji ber vê di navbera Rêveberiya Xweser û serokê hikûmeta demkî Ehmed el-Şeraa de hate kirin. Lê tiştên ku piştre qewimîn ji pêkanîna aştiyê dûr bûn."

SIYASETA HIKUMETA DEMKÎ Û DESTÛRA BINGEHÎN

Mûşîra Mele Reşîd diyar kir ku rêkeftina di navbera QSD'ê û Hikûmeta Demkî de hatiye îmzekirin, ji bo hemû aliyên Sûriyeyê bi awayek demokratîk tevlî bibin girîng bû, lê bicihneanîna pêwîstiyên wê peymanê aramiya Sûriyeyê dubare xist xetereyê.

Mûşîra Mele Reşîd bi dewamî got, "Tiştên ku piştre derket holê berovajî lihevkirinê bû. Ev nêzîkatiyeke yekalî bû û dûrî çareseriyê ye. Gelên Sûriyeyê ji bo demokrasiyê têkoşîn meşandin. Ev destûr jî hêviya demokrasiyê dubare kuşt. Destûra ku hate pêşkêşkirin xizmetê komekê dike û rastiya Sûriyeyê raber nake. Lewre navendperestî û yek rengiyê li gelan ferz dike."

BANGA GUHERTINA DESTÛRÊ Û VEGERA LI PEYMANÊN BERÊ

Mûşîra Mele Reşîd di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pêwîstiya Sûriyeyê bi guhertineke radîkal heye û divê hikûmeta Şamê vegere esasên peymana hatiye îmzakirin.

Mûşîra Mele Reşîd got, "Qonaxa niha divê nebe qonaxa xwînrijandin û bikaranîna çekan. Em niha ji pêvajoyeke pir hesas derbas dibin. Lewre rewşa Sûriyeyê pêwîstî bi hevkariya hemû aliyan ferz dike."