Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî pêvajoya ku bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin û serdema nû ya têkoşînê daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de guherînên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi berfirehî hate nirxandin û hate destnîşankirin ku yek ji qadên ku rewşa dîzayna nû û hevsengiya hêzê lê herî zêde şênber dibe Rojhilata Navîn e.
Komîteya Rêveber a HBDH'ê got, "Dîzayna sedsala 20'î êdî derizî ye û hildiweşe. Di vê rewşê de Rojhilata Navîn devera herî şênber e. Tê dîtin ku di vê dîzaynê de li Rojhilata Navîn rola bingehîn ji aliyê leşkerî ve ji Îsraîlê û li gel wê ji Siûdiyan re hatiye dayin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di çarçoveya bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin de tê dîtin ku xeteriya rewşê gihîştiye ber deriyê Îranê û Tirkiyeyê.
HBDH'ê ragihand ku PKK ku hêza rêxistinî û pêşeng a meseleya Kurd û Kurdistanê di pozîsyoneke welê de ye ku hem bandorê dike hem bi bandor dibe û got, "Ji aliyê Kurdan ve rewşa siyasî, leşkerî û civakî ne weke ya beriya sed salî ye. Bi asta heyî rêxistinî di pozîsyoneke hîn xurt de ye."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêvajoya ji aliyê Tevgera Kurd û Rêbertiya wê ve hate ragihandin divê weke banga ji bo zemîneke nû ya têkoşînê bê dîtin û hate gotin, "Têkoşîna azadiyê ya Kurd a 50 salî bi pêşengiya PKK'ê û Rêbertiya wê derbasî qonaxeke nû dibe. Weke HBDH em ê tifaqê her asta têkoşînê bibin ku destketiyan ji gelê Kurd û gelên kedkar ên Tirkiyeyê re biafirîne."
Komîteya Rêveber a HBDH'ê destnîşan kir ku têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd û têkşoîna demokrasî û azadiyê ya gelên kedkar ên Tirkiyeyê ketine nava hev û got, "Ev rastî wê berpirsyariyê dide me ku em têkoşîna hevpar hîn mezin bikin. Firsend ava bûye ku têkoşîn li zemîneke berfireh a civakî bê belavkirin. Nakokî û rastiyên civakî yên ku bi propagandaya faşîst û şovenîzmê têne nixumandin, wê hîn bêhtir şênber bibin."
HBDH'ê destnîşan kir ku firsend hene ku dînamîkên têkoşîna civakî hîn bêhtir bixin nava liv û tevgerê û got, "Heta roja îro her destketî bi têkoşîn û berxwedanê hatin bidestxistin. Ji niha û pê ve jî wê bi heman rengî be. Jin, çîna kedkar a bindest, gel û karker wê têkoşîna hevpar hîn mezin bikin û em ê bi ser bikevin."
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê alternatîfa sîstema emperyalîst kapîtalîst e û paşeroja azad a gelan e.