BI DÎMEN

Kalkan: Kongreya ku Rêber Apo lê ne amade be nikare biryara çekdanînê werbigire

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku kongreyeke Rêber Apo lê ne amade be, wê nikaribe biryara çekdanînê werbigire û got, "Yekane kesê ku karibe vê bide kirin Rêber Apo ye. Tenê Rêber Apo dikare vê biryarê bi PKK'ê bide wergirtin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haber TV bû û bûyerên piştî banga Rêber Apo nirxand. Hevpeyvîna bi Kalkan re hatiye kirin bi vî rengî ye:

Newroz tê pîrozkirin. Newroza 2025'an bi atmosfereke cuda tê pîrozkirin. Hûn vê Newrozê çawa dinirxînin?

Bi rastî jî welê ye, Newroza îsal ji yên beriya niha hinekî din cudatir e. Newrozeke nû heye. Newroza 2025'an li gorî Newrozên din gelekî cuda ye. Qad bi coş û kelecana Newrozê tijî ne. Çar parçeyên Kurdistanê, çar aliyên cîhanê bi vî rengî ye. Coş û kelecan di asta herî bilind de ye. Bi rastî jî rastî bi vî rengî ye. Ciwan, jin, karker, kedkar, extiyar, gelê Kurd û dostên wan her kes qadên Newrozê dadigirin. Rêber Apo nav li Newrozê kir. Got 'Newroza Aştî û Civaka Demokratîk'. Di vê demê de bangeke bi vî rengî kir. Serdem bi vî rengî pênase kir. Gelê me jî dibêje Newroz Newroza azadî ji Rêber Apo re ye. Ev Newroz wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bîne. Di sala nû ya Newrozê de azadiya fîzîkî wê pêk were. Li ser vê bingehê Newrozeke hîn bedew, hîn bi wate heye. Beriya her tiştî em Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin ku Newroz kiriye Newroz, gelê Newrozê rakiriye ser piyan. Hêvîdar im sala nû ya Newrozê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Newrozê, cejna azadiyê li hemû hevrêyan, jin û ciwanan, hêzên gerîla, gel û dostên me pîroz dikim. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de ku Newroz nûjen kiriye, hemû şehîdên Newrozê Bêrîvan, Zekiye, Rahşan, Ronahî, hemû şehîdên me yên Newrozê, ji Mazlûm Dogan heta dayika Sakîne hemû şehîdên me yên leheng bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Soza ku me dane wan a ji bo serxistina armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan dubare dikim. Cudahiya Newroza 2025'an ji Newrozên derbasbûyî çi ye? Me anî ziman. Ji aliyê Rêber Apo ve hate pênasekirin. Banga Newrozê ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin. Jin, ciwan, gelê me, dostên me peyama ku Rêber Apo da, baş fêhm kirin. Erk û berpirsyariyên xwe fêhm kirin. Li ser vê bingehê dibe Newroza herî bi coş û wate ya hemû serdeman, Newroza ku daxwazên azadiyê bi xurtî têne bilêvkirin. Qad tijî dibin. Daxwaz û dirûşmên beşdarên Newrozê eşkere ne. Her kes dixwaze azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Ji vê Newrozê re dibêjin, 'Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo'. Dixwaze bibe xwedî şert û mercên jiyanê û kar ê azad. Dixwaze sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê ji holê bê rakirin. Ev rewşeke şênber e. Êdî her kes bi dengekî bilind dibêje û dixwaze ku divê Rêber Apo ji Îmraliyê derkeve. Cîhan alem jî vê dibihîze. Em hêvîdar in ên ku li pêşiya vê dibin asteng wê vê peyama gelê Kurd, jin, ciwan û dostan hinekî fêhm bikin, ji wê derê dersekê ji bo xwe werbigirin. Yanî ev gel bi rastî jî çi dixwaze, çima ewqasî qadan dadigire? Naxwe, venaxwe, tiştekî qezenç nake ji bilî rûmet, îtîbar û ruhî wêdetir. Ewqasî kelecanê ji Newrozê werdigire, qadan dadigire û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike. Em hêvîdar in her kes wê vê rastiyê hinekî din bibîne, bi taybetî yên ku dilê wan bûye zîft, yên ku hewl didin Newrozan tarî bikin, ez ê nebêjim Dehaqên berê lê belê yên ku hewl didin tiştên dişibin wê demê di vê serdemê de pêk bînin dilê wan ê bûye zîft hinekî li coş û daxwazên jin, ciwan û gelê Kurd binerin hinekî ronî bibin, biguherin. Hêviya me ew e. Yanî hêviya me ew e ku hinekî bibin mirov. Lewma Newroz bi qasî temsîliyeta xwe ya azadiyê, mirovbûnê jî temsîl dike. Rêber Apo got, 'Newroz bi PKK'ê çiqasî xweş e, me belasebep bi PKK'ê dest bi vê rojê nekir'. Wateya coşa Newrozê baş destnîşan kir. Gerîla bi têkoşîna li ser bingeha şehîdên leheng Newroz gihand wateya wê ya rasteqîn. Em gihîştin vê astê. Em hêvîdar in ku sala nû ya Newrozê wê bibe ew sal ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bûye. Li ser vê bingehê wê Kurdistan azad bibe, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibin. Li cîhanê wê mirovahî bigihêje wê astê ku hîn demokratîk û azad bijîn. Hêvî û bendewariya me ev e. Em ji bo vê têdikoşin, dijîn. Li ser vê bingehê di serî de jin û ciwan, tevahiya gelê me, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn hemû dostan vedixwînim ku qadên Newrozê hîn bêhtir dagirin, Newrozê bi coş û kelecaneke hîn mezintir pîroz bikin, li qadên Newrozê bi dengekî hîn bilind daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bînin ziman.

Newrozê bi banga dîrokî ya Rêber Apo destpê kir. Bang di hefteya xwe ya sêyemîn de ye. Gelo di nava vê demê de pêşketineke çawa çêbû? Di pratîkê de me çi dît?

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê ya Rêber Apo kir ku Newroz bigihêje vê astê. 19, 20 roj di ser vê bangê re derbas bûn. Di nava vê demê de çi qewimî? Tişta gihîşt me, di hefteya destpêkê ya Sibatê de nameyek ji Rêber Apo bû. Bawerim 8'ê Sibatê bû, me bersiv dan nameyê. Ji bilî wê her wiha di 27'ê Sibatê de bang bû ku li çapemeniyê û raya giştî hate kirin. Me li wê guhdarî kir, xwend. Ji bilî vê tiştekî gihîştiye me nîne. Heyeta Îmraliyê hin kar kir. Em dişopînin, temaşe dikin. Bi partiyan re hevdîtin kirin, piştre Hevserokên DEM Partiyê bi hemû partiyên ku li meclîsê komên wan hene careke din hevdîtin kirin. Bi şêweyên cuda nîqaş hene. Bi naverokên cuda nîqaş hene. Dijber jî hene, yên hewl didin li gorî xwe binirxînin jî hene lê belê yên ku bi rastî jî hewl didin pirsgirêkê fêhm bikin jî hene. Asteke bi vî rengî ya nîqaşê jî heye. Ji bilî vê tiştek heye? Rewşeke ku ketiye pratîkê niha nîne. Gotin heye, lê pratîk nîne. Bang û helwesta Rêber Apo li cîhana derve deng veda. Her kesî daxuyanî da. Heta Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Çînê hemû dewletan daxuyanî dan. Hêzên siyasî û civakî jî daxuyanî dan. Daxuyanî hemû li ser hêvî û bendewariyan bûn. Ji bilî hêvî û bendewariyan ji aliyê polîtîk ve bi rastî çi dikin, nayê zanîn. Tiştekî ku di pratîkê de derketiye holê nîne. Ji aliyê eniya Tirkiyeyê ve jî partî axivîn. Hêviyên xwe tînin ziman, dibêjin 'em hene' lê belê ji bo çi hene, kî wê vî karî bike, kes bi wê berpirsyariyê ranabe. Kes eşkere nakin bê ji bo çi hene. Tenê dibêjin ew hene, hêvî û bendewariyên xwe tînin ziman. Hin derdor atmosfereke erênî didin. Jê wêdetir tiştek nîne. Yanî pratîkbûyînek nebû. Me hewl da fêhm bikin û bi qasî ku fêhm kir jî bidin fêhmkirin. Ji aliyê xwe ve me 2 hefte û nîv ên derbasbûyî vala derbas nekir. Ji bo fêhmkirina manîfestoya Rêber Apo ya 'Aştî û Civaka Demokratîk' ku kurt û cewherî bû, me lêkolîn kir, nîqaş kir. Bi qasî ku me fêhm kir di nava partiyê de me bi hevrêyên xwe re nîqaş kir. Me hewl dan tişta fêhm kiriye bigihînin gelê xwe. Hewldaneke me heye. Bê hewldan nabe, rewşeke rehet, hêsan nîne. Li ti cihî nîne. Di nava Kurdan de jî nîne, di nava civakê de jî nîne, di nava partiyê de jî nîne. Divê mirov fêhm bikin, hîn bi kûrahî fêhm bikin û hîn bêhtir vebêjin. Em van hewldanên xwe dewam dikin. Piştî ku Rêber Apo di 27'ê Sibatê de bang kir, rêveberiya me ragihand ku wê banga Rêber Apo pêk bîne, li gorî wê tevbigere, ev yek ji raya giştî re eşkere kir. Diyar kir ku ji bo pêşî li vê yekê veke agirbest ragihandiye. Li ser vê bingehê hin daxuyanî hatin kirin, nirxandin hatin kirin. Di heman demê de beriya çend rojan rêveberiya me, ji bo vê rewşa ku di gotinê dimîne û derbasî pratîkê nabe rexne bike, raya giştî di vê mijarê de agahdar bike di daxuyaniya Newrozê de hin agahdarî, hin hişyarî kir. Di vê çarçoveyê de mirov dikare vê bibêje. 3 hefte wê tijî bibe. Ji aliyê me ve tiştekî nehat kirin nema. Ji bo destpêkê ya diviyabû bihata kirin ji aliyê me ve hatin kirin. Kes ne li bendê bû ku Rêber Apo bi vî rengî bangekê bike. Bawer nedikir, digotin bi vî rengî nabe. Rêber Apo ya ku kes ne li bendê bû, kesî jê bawer nedikir, pêk anî. Banga xwe kir. Rêveberiya me jî bi nirxandin û nîqaşê re ragihand ku bi şertê bicihanîna hin şert û mercan dikare vê bangê pêk bîne. Di wan mercan de zelal bû. Di nameyê de ya ku rastî Rêber Apo hate kirin de jî hate gotin. Di pêvajoya 2013 û 2014'an de jî me ji Rêber Apo re gotibû, 'Dibe ku em rêveberê şer in, em dikarin şerekî bikin. Lê belê em nikarin bibin rêveberiya aştiyê. Tenê Rêber Apo dikare aştiyê pêk bîne. Rêber Apo dikare pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe. Lewma di vê mijarê de divê zêde tiştek ji me neyê hêvîkirin'. Di vê nameyê de jî me heman tişt got. Tişta ku me di nameyê de got, di daxuyaniya 1'ê Adarê de yek bi yek me bi raya giştî re jî parve kir. Yanî eger wê kongre bê kirin, betalkirina PKK'ê, çekdanîn wê bê nîqaşkirin, ev yek tenê Rêber Apo dikare bike, wekî din kes nikare bike. Divê ji kesekî din jî hêvî neyê kirin ku vê bike. Beriya bangê jî dewletê jî Rêber Apo jî helwesta me zanîbûn. Me ji raya giştî re jî eşkere kir. Raya giştî jî pê zane. Bi vî rengî bang hate kirin, PKK'ê bersiv da, atmosfereke erênî hate afirandin. Ji aliyê me ve hin tişt hatin kirin. Lê belê li aliyê din tiştek nehat kirin. Hîn jî dibêjin bila PKK bike. Halbûkî agahiyên ku gihîştin me, di nava hefteya ku banga Rêber Apo hate kirin de di şert û mercên Îmraliyê de wê guhertin bihatina kirin. Ji bo Rêber Apo bibe xwedî şert û mercên azad ên jiyanê û karkirinê wê gav bihata avêtin. Em bi vê zanin, yên ku vê pêvajoyê dimeşînin jî bi vê zanin. Bila kes nebêje, kes pê nizane, lê belê 20 roj derbas bûn; guherîna şert û mercên li Îmraliyê li aliyekî 20 roj in kes nizane, kes ji me nizane bê li Îmraliyê çi dibe. Ji bilî yên ku sîstema êşkence ya Îmraliyê bi rê ve dibin, haya kesî ji rewşa li wê derê nîne. Haya kesî jê nîne. Lewma yên ku digotin, piştî Rêber Apo bang kir em ê jî hin tiştan bikin, nekirin. Ti gaveke pratîkî neavêtin. Desthilatdarî, derdorên dewletê soza xwe bi cih neanîn. Devlet Bahçelî bang kiribû, gotibû bila bê banga xwe li meclîsê li koma meclîsê ya DEM Partiyê ragihîne. Hatina li meclîsê, axaftina li meclîsê li aliyekî destûr nedan daxuyaniyek bi dîmen jî bê dayin. Piştre jî sîstema berê weke xwe dewam dike. Atmosfereke welê diafirînin, tu yê bibêjî qey 'PKK ji rewşa xwe memnûn nîne, bêzar bûye, dest jê berdide û diçe. Bila dest jê berdin û biçin'. Ev atmosfereke şaş e, helwesteke şaş e. Tiştekî bi vî rengî tine bû. Li hemberî hev wê îrade biaxiviya û ev bang destpêkê ji desthilatdariyê hat. Ji aliyê dijber hat, ji Devlet Bahçelî û derdora AKP'ê hat. Rêber Apo li ser vê bingehê kete dewrê û me jî bersiva pêwîst dan banga Rêber Apo. Bi kurtasî rewş bi vî rengî ye. Hîn jî hevdîtin dibin, diaxivin, çi diaxivin em pê nizanin. Lê belê di şert û mercên Îmraliyê de ti guhertin nîne. Li meclîsê karek nayê kirin. Mînak, qala amadekirina qanûnên nû dihate kirin, qala avakirina komîsyonan, mafê hêviyê dihate kirin. Dihate gotin, wê rewşa qanûnî û destûra bingehînî di ber çavan re bê derbaskirin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Lê belê der barê vê de pêşketineke pratîkî xuya nake. Li holê karên DEM Partiyê heye, sekna partiyan heye ku DEM Partiyê red nakin, bi rûkenî pêşwazî dike, ew jî li navendên giştî rewş bi vî rengî ye. Derdikevin pêşberî çapemeniyê mîna jehrê her tiştî dibêjin. Yanî nîşan didin ku tiştên berê zêde neguhertine. Em vê jî dibînin. Lewma belê her kes li bendê ye, civak, raya giştî li bendê ye ku li pêşberî vê gavê divê desthilatdarî hin gavan biavêje. Lê belê tiştek nehate kirin. Dibêjin di filan demê de dikare bê kirin, qala piştî cejnê dikin. Heta cejna bê çiqas dem derbas dibe, tiştekî wê nîne. Di halê hazir de tê dîtin ku desthilatdarî hewl dide mijûl bike, di asteke hîlekariyê de ye. Ji ber ku tiştên ku soz dabûn di nava hefteya destpêkê de bikin nekirin. Divê her kes bi vê zanibe.

Em pêvajoyê nîqaş dikin, lê gelo vê pêvajoyê çawa destpê kir? Nîqaş û nêzîkatiyên li pêvajoyê niha çawa ye?

Belê girîng e. Vê pêvajoyê çawa destpê kir? Dibêjin, Rêber Apo pêvajo da destpêkirin, ev rast nîne. Dema ji aliyê eniya Kurd ve tê nirxandin, dema bi giştî tê nirxandin divê bi rengekî rast bê nirxandin. Vê pêvajoyê çawa destpê kir? Rabirdûyeke 100 salî ya vê yekê heye. Rabirdûyeke xwe ya şerê PKK'ê yê 40 salan heye. Her wiha pêvajoya îmha û tasfiyekirinê ya 10 salên dawî heye ku li ser bingeha plana têkbirinê bi bikaranîna hemû derfetên Tirkiyeyê hewl dan PKK'ê tasfiye bikin. Desthilatdariya AKP'ê ji DYE, Rûsya, NATO heta bi Îranê ji her kesî hêz wergirt û ji bo karibe PKK'ê îmha bike, gerîla bieciqîne hemû derfetên Tirkiyeyê bi kar anî. Yekane armanca xwe eciqandin, îmahkirin bû. 24'ê Tîrmeha 2014'a û pê ve em bala xwe bidin ser êrîşên li ser bingeha plana têkbirinê hatin kirin. MHP tevlî bû, têrê nekir PDK tevlî bû, têrê nekir Iraq tevlî bû. Çiqas derfetên xwe yên hundir û derve hebe dewleta Tirkiyeyê ji bo tasfiye û îmhakirina PKK'ê êrîş kir. Wê di nava salekê de bikira nebû, sala duyemîn, sala sêyemîn 10 sal derbas bûn. Qediya, krediya wan qediya. Nekarî bi ser bixîne. Armanca xwe ya tasfiyekirina PKK'ê û eciqandina gerîla nekarî pêk bîne. Divê vê yekê qebûl bike. Belê em dibêjin, me jî bi têkoşîna çekdarî nekarî dewleta Tirk hilweşînin. Lê belê di binê hemû krîzên siyasî û aborî de ev şer heye. Her kes bi vê zane. Hatiye ber hilweşînê desthilatdariya AKP'ê. Sîstem hat ber hilweşînê. Welê lê hat ku êdî nikare rake, nikare bimeşîne. Bi pêşengiya gerîla, berxwedana jin, ciwan û dostên me, pêngava azadiyê ya navneteweyî ya 10'ê Cotmeha 2023'an de hate destpêkirin, bandora van hemûyan êrîşên îmha û tasfiyeyê yên bi destê AKP'ê hatin meşandin hemû têk bir. Aliyekî xwe ev e. Aliyê xwe yê din jî rewş û bûyerê li Rojhilata Navîn hene. Hîn ji salên 1990'î destpê dike û heta vê serdemê pêvajoyek heye ku jê re Şerê Cîhanê yê 3'yemîn tê gotin. Vî şerî belê li Iraqê, li Qûweytê destpê kir, weke şerê Iraqê destpê kir, şerê Kendavê bû. Vegeriya hat li Iraqê rejîm hilweşand, li Misirê rejîm hilweşand, li gelek welatên bakurê Afrîkayê rejîm hilweşand, vegeriya di 7'ê Cotmeha 2023'an û pê ve veguherî şerê Xezeyê, derb li Hamasê xist, li Xezeyê komkujî kir, ji wê derê xwe gihand Lubnanê, Hîzbûllahê, Hîzbûllah a Lubnanê eciqand, dawiyê gihîşt Şamê desthilatdariya Baas a Sûriyeyê di Kanûna 2024'an de hilweşand. Yanî sîstemên netewe dewletan ên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li qada Ereban hatin avakirin hemû hilweşiyan. Li Sûriyeyê hilweşîna rejîma Baasê îlana vê yekê kir. Ev dihat çi wateyê? Dihate wê wateyê ku hemû sîstemên netewe dewlet ên li Rojhilata Navîn wê êdî hilweşin. Hat dor hat Tirkiye û Îranê. Di bin kontrola Îsraîlê de ji Hindistanê heta Yewnanistanê xeta enerjiyê ya ji peravên Rojhilatê Derya Spî derbas dibe bi rêxistin dikin. Paqijiya rêya wê hate kirin û dor hat Tirkiyeyê, hat Qibrisê. Piştî ku li Sûriyeyê rejîma Baassê hilweşiya Tirkiye kete nava tirs û fikaran. Piştî ku Hîzbûllah hilweşiya Tirkiye kete nava fikareke mezin. Hêvî dikir ku Hîzbûllah hilneweşe, wê Îran piştgiriyê bide, wê şerê Îran-Îsraîlê rû bide, ew ê jî sûdê jê werbigire. Bi vî rengî şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê demeke dirêj sor kir. Lê belê piştî ku Hîzbûllah di demeke kurt de eciqî û Îranê nekarî li ber bisekine, Îranê li hemberî Îsraîlê şer nekir, palpişta rejîma Baas a li Sûriyeyê ji holê rabû vê carê kete nava fikaran. Piştre kete nava lêgerîna wê yekê ku çawa beşdar bibe, ev yek bû sedema panîkê. Ji aliyekî ve gefa hegemonya nû ya Rojhilata Navîn Îsraîlê ya li dijî Tirkiyeyê, li aliyê din jî pratîka AKP'ê ku li gel êrîşên 10 salan nekarî bi ser bikeve, rejîma heyî ya Tirkiyeyê veguherî wê rewşê ku gefê li ser Tirkiyeyê bixwe. Ji ber vê tirs û fikarê desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo karibe li hemberî vê bisekine bi navê 'Divê em yekîtiya navxweyî biparêzin' destpê kirin ku qala xwişk û biratiya Kurd û Tirkan bikin. Û serî li Rêber Apo dan. Devlet Bahçelî 1'ê Cotmehê bi parlamenterên DEM Partiyê re hevdîtin kir û piştre li meclîsê got, divê Rêber Apo bê li meclîsê li koma DEM Partiyê biaxive, qala biratiya dîrokî ya Kurd û Tirkan bike, dem dema yekîtiyê ye. Û Rêber Apo jî ev nirxand, bersiv da vê. Di 23'ê Cotmehê de piştî ku Omer Ocalan birin hevdîtin ku piştî 4 salan hevdîtina destpêkê bû, got, ez xwedî wê hêzê me ku pirsgirêka Kurd ji ser zemîna tundî û şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim, eger şert û merc bêne afirandin. Xwedî hêza teorîk û pratîkî ya pêkanîna vê me. Bi vê gotinê bersiv da. Got ez jî pêşengiyê ji vê yekê re bikim, di vê mijarê de bixebitim. Pêvajoyê bi vî rengî destpê kir. Piştre heyeta DEM Partiyê ava bû, çû hevdîtinê, bi Rêbertî re hevdîtin kir. Carek, du caran hevdîtin hatin kirin, dawiya dawî di 27'ê Sibatê de daxuyanî hate dayin. Ev pêvajo, ku piranî jê re pêvajo jî nabêjin bi vî rengî destpê kir. Daxuyanî hate dayin ku dewletê hevdîtin kiriye, dawiyê ev bang kete rojevê. Niha di kîjan astê de nîqaş li ser vê tê kirin? Ev rastî hatine jibîrkirin. Gotinên Devlet Bahçelî, bangên wî, biratiya Kurd û Tirkan, rewşa Kurdan ku hêmana esasî ye, axaftina Rêber Apo ya li meclîsê û nirxandina wî, yanî bi rakirina sîstema dîlgirtinê ya Îmraliyê re pêkanîna azadiya Rêber Apo; ev hemû mijar hatine jibîrkirin. Yekane tişta tê nîqaşkirin ew e ku PKK wê kengî kongreya xwe pêk bîne, xwe fesih bike, çekan dîne û ev kar wê biqede. Bi vî rengî tê gotin. Bi vî rengî nabe. Şaşitiyên bi vî rengî hene. Sîstema şerê taybet hinekî rê li ber vê pêvajoyê xist. Ev medya bi rastî jî gelekî bi bandor e. Dibêjin, 'Pirsgirêk pirsgirêka PKK'ê ye'. Ne pirsgirêka PKK'ê ye. Dibêjin pirsgirêk pirsgirêka 50 salî ye, na pirsgirêka 100 salî ye. Beriya her tiştî divê her tişt bi rengekî rast bê destnîşankirin. Ev pirsgirêk ne pirsgirêka 50 salî ye, pirsgirêka 100 salî ye. PKK ne pirsgirêk e. Vê pirsgirêkê PKK afirand. Û PKK ji bo pirsgirêkê raxe pêş çavan destpê kir û li her kesî ferz kir ku divê bê çareserkirin. Niha jî hinek dibêjin, 'Em ê çareser bikin'. PKK dibêje, fermo çareser bikin ez xwe fesih bikim. Çareser nakin. Tiştekî welê nîne; tu yê xwe fesih bike, em piştre zanin bê em ê çi bikin. Ji vê yekê re qurnazî tê gotin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Êdî Kurd ne di wê astê de ne ku bêne xapandin. Pîvana sereke ya Rêber Apo: nexapîne, neyê xapandin. Bila kes nebêje ez ê Kurdan weke berê bixapînim. Lewma beriya her tiştî divê pirsgirêk bi rengekî rast bê nîqaşkirin. Pirsgirêk pirsgirêka sed salî ye, jê re 'pirsgirêka Kurd' dibêjin. Dema ku dibêjin 'pirsgirêka Kurd' weke ku Kurdan pirsgirêk afirandine tê fêhmkirin. Ne pirsgirêkeke ku ji aliyê Kurdan ve hatiye afirandin. Pirsgirêk pirsgirêka mejî û siyaseta dewleta Tirk e ku di sala 1924'an de ji bo tinekirina Kurdan hewl da. Ya ku pirsgirêk e, ev mejî û siyaset e. Mejî û siyaseta ku dixwaze Kurdan tine bike pirsgirêk e, ji vê re siyaset û mejiyê qirker tê gotin. Pirsgirêka Kurd bi esasî pirsgirêka mejî û siyaseta dewleta Tirk e ku dixwaze Kurdan tine bike. Çareserî jî jiholêrakirina vî mejî û siyasetê ye.

Di vê mijarê de guhertinek heye?

Tiştek nîne. Şopek jî nayê dîtin. Kes dest nade vê dîrokê. Nabêje, me 100 salan ewqasî komkujiya Kurdan kirin, beriya PKK'ê jî li Amedê, Çewlikê, Dersimê, Agiriyê, Botanê kir, bi sed hezaran Kurd, bi milyonan Kurd qetil kir. Tayyîp Erdogan dema ku Kemal Kiliçdaroglû rexne dikir digot, li Dersimê qirkirin bû. Kurd hatin qirkirin, tu xwedî li wan dernakeve. Niha ji bîr kiriye Serokkomar Tayyîp Erdogan gotinên xwe yên wê demê. Ma qirkirina li Dersimê ji aliyê PKK'ê ve hate kirin? PKK wê demê hebû? Çima wê gotinê niha ji bîr dike. Bi vî rengî nabe. Lewma beriya her tiştî divê pirsgirêk bi rengekî rast bê destnîşankirin. PKK ne afirînerê vê pirsgirêkê ye, vê pirsgirêkê PKK afirand. PKK jî ji bo pirsgirêkê nîşan bide û çareseriyê ferz bike ava bû. Hevalan gelek nirxandin kirin û gotin, PKK'ê rola xwe ya dîrokî bi cih anî. Raxistina pêş çavan a pirsgirêkê, afirandina hêzên çareseriyê û ferzkirina çareserkirina pirsgirêkê tê wateya bicihanîna rola dîrokî. Çil carî Rêber Apo jî, ji rêveberiya PKK'ê hevrêyan jî gotin, pirsgirêka Kurd çareser bikin, hebûna gelê Kurd, mafên gelê Kurd nas bikin, Tirkiyeyê demokratîk bikin PKK ji bo xwe tiştekî naxwaze. Niha jî tiştekî naxwaze. Banga heyî ya Rêber Apo tê wê wateyê. Lê niha tê gotin, 'ka destpêkê tu xwe fesih bike'. Tiştekî welê tê nîqaşkirin, ku ne tenê fesihkirina PKK'ê, dibêjin li kîjan devera cîhanê komeleyeke biçûk bi navê Kurdan hebe yekser bi PKK'ê ve girêdayî ye, divê bêne fesihkirin. Dibêjin, divê hemû xwe belav bikin, bi navê Kurdan ti rêxistin, rêxistinî nemîne. Ma bi vî rengî dibe? Ev çi feraseteke demokratîk e? Ev çi şêweyê çareserkirina pirsgirêka Kurd e? Ji vê re qurnaziya gundîtî jî nayê gotin. Eger derdorên desthilatdariya heyî ji wan heye ku bi vî rengî wê karibin demekê bi dest bixin, xwe dixapînin. Ji ber vê xwe dixapînin; Rêber Apo ji bo wan şensê dawî ye. Yanî demokratîkbûna li ser bingeha azadiya Kurdan ji bo parastina yekîtiya heyî ya Tirkiyeyê şensê wan ê dawî ye. Vaye min qalê kir bê vê pêvajoyê çawa destpê kir. Gelek derdor hene ku bi pirsgirêka Kurd re eleqedar dibin. Her kes dixwaze bi bandor bibe. Eger Tirkiye pêwîstiyên banga Rêber Apo bi cih nîne, li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê gavan neavêje, wê nizanibe ku dawiya wê çi dibe. Divê vê yekê ji Kurdan û PKK'ê nizanibin. Ji ber ku Kurdan qet nebaşî bi Tirkan nekirin. Di şerê cîhanê yê yekemîn de jî nekirin. Em ya berê bidin aliyekî, Rêber Apo qala têkiliyên dîrokî yên Kurd û Tirkan dike. Di şerê cîhanê yê yekemîn de jî bi wan re bûn, di şerê Çanakkaleyê de jî bi wan re bûn, gotin Şerê Rizgariya Neteweyî li wir jî Kurd bi wan re bûn. Baş e, dewleta Tirkiyeyê çi anî serê Kurdan? Çi kir? Ji sala 1924'an û vir ve di 100 salên dawî de vê dewletê li Kurdistanê çi kir, bila bêne eşkerekirin. Bila pê re rû bi rû bibe. Em wê dixwazin, bila her tişt eşkere bibe. Bi vî rengî nabe. Di banga Rêber Apo de qala bicihanîna şert û mercên hiqûqî û siyasî dihate kirin. Kes niha vê nîqaş nake. Dibêjin, bila bang li PKK'ê bê kirin. Lê belê ji bo bangên li PKK'ê bi cih bêne anîn divê Rêber Apo di nava şert û mercên azad ên jiyanê û karkirinê de be. Wan berpirsyariya vê yekê qet bi cih neanîn. Yê ku bang kir Devlet Bahçelî bû, yê got bila bê meclîsê. Rêber Apo wê çawa bê meclîsê? Di şert û mercên mutleq ên dîlgirtinê yên Îmraliyê de guhertineke biçûk jî nîne. Tu yê bibêjî qey ji ber kêfa xwe li Îmraliyê dimîne, tu yê bibêjî qey wî bi xwe, xwe girtiye, xwe dîl girtiye. Ewqasî jî nabe. Hem sûcdar in, hem jî xwe mafdar dibînin. Bi vî rengî nabe. Niha hinek radibin hewl didin dest dînin ser derfetên PKK'ê, di nava hewldanên bi vî rengî de ne, nîqaşan dikin. Tişta em ji wan re bibêjin, ya ku hûn dikin bêkêr e.

Hinek dibêjin bila PKK kongreyê pêk bîne, ev kar biqede. Lê aliyê hember tiştekî nake. Fikrekî bi vî rengî çawa dikare bibe rojev?

Di wê mijarê de em zelal in. Rêber Apo jî bang kir. Beriya wê di nameyê de jî ev hebû. Di daxuyaniya me ya 1'ê Adarê de jî hebû ku weke bersiva li bangê bû. Me ev yek bi şênberî got. Me bi rastî û kêmasiyan şerek kir heta niha, em bûn rêveberiya vê. Başî nebaşiya wê dikare bê nirxandin. Lê belê heman rêveberiyê em nikarin di pêvajoya aştiyê, çareseriyê de bikin. Hêza me têra vê nake. Tenê Rêber Apo dikare vê bike. Me ev got. Lewma di daxuyaniyê de jî me ragihand ku yekane kesê ku li ser mijara komkirina kongreyê, çekdanînê biryarê werbigire Rêber Apo ye. Rêber Apo wê kongreyê bicivîne, bi rê ve bibe, tenê Rêber Apo van biryaran dikare bi PKK'ê bide wergirtin. Herhal hinek vê yekê şaş fêhm dikin. Yan jî dibe ku me mebesta xwe baş neda fêhmkirin. Yan jî PKK'ê baş fêhm nakin, ku ji wan heye wê bi hêsanî biryar bê wergirtin. Bi rastî jî tiştekî welê nîne. Ez bi rengekî eşkere dibêjim, di nava PKK'ê de kes nikare vê bike. PKK bi xwe nikare bike. Yekane kesê ku dikare bike Rêber Apo ye. Lewma me timî got, eger wê aştiyeke Kurd û Tirk pêk were yekane hêza ku dikare vê bike Rêber Apo ye. Kesekî din nikare bike. Dema ku me ev got, mebesteke ye axapandina hinekan tine bû. Me tenê rastiyek digot. Niha heman rastî derbasdar e. Divê vê yekê zanibin. Ji kongreyeke PKK'ê ya Rêber Apo lê nebe, kom nekiribe, bi rê ve nebiribe, îqna nekiribe biryara çekdanînê nayê dayin. Kes nikare vê biryarê bide. Tenê Rêber Apo dikare vê biryarê bide wergirtin. Niha mirov matmayî dimîne, dibêjin em dixwazin PKK xwe fesih bike. Em dixwazin çekê dîne. Rêber Apo jî dibêje, ez dikarim vê bidim kirin. AKP, MHP, derdorên siyasî yên Tirkiyeyê dibêjin, temam bila bike. Eger hûn ji dil bin, Rêber Apo jî dibêje ez dikarim bidim kirin. Bihêlin bila bê, kongreya xwe bicivîne, biryara fesihkirinê jî bide wergirtin, biryara çekdanînê jî bide wergirtin, PKK jî fesih bibe û çek jî bê danîn. Eger armanca we fesihkirina PKK'ê û çekdanîn be wê demê Rêber Apo dikare vê bike. Hûn çima Rêber Apo li Îmraliyê di nava şert û mercên dîlgirtinê de dihêlin? Çima? Ev yek jî nîşan dide nêta wan cuda ye. Ya rast, hewl didin mijûl bikin. Di binî de çi hevdîtinan dikin, çi dikin, ne diyar e. Eşkere dibe ku ne ji dil in, ne hevgirtî ne. Me dixwest van bibêjin lê belê mixabin rastî ev e. 3 hefte ne demeke kêm e. Rêber Apo got, bi her awayî provokasyon dikare bê kirin, divê pêvajo bi lez bê meşandin. Ji bo pêvajo bi lez bi pêş ve biçe Rêber Apo di 27'ê Sibatê de daxuyanî da, PKK'ê di 1'ê Adarê de daxuyanî da. Ji 1'ê Adarê û vir ve 18 roj derbas bûn. Baş e, desthilatdarî, dewletê çi kir? Tiştek nekir. Ji bilî gotinan, tiştek nehatiye kirin. Lewma careke din dubare dikim. Bila her kes bi rastî jî pê zanibin. Kongreyeke PKK'ê ku Rêber Apo ne azad e, bi rê ve nebiribe, tevlî nebû be, ti carî ne dikare biryara çekdanînê ne jî dikare biryara fesihkirinê werbigire. Nikare werbigire. Ti kes nikare vê biryarê bide wergirtin. Tenê û tenê Rêber Apo dikare vê biryarê bide wergirtin. Çima vê fêhm nakin? Ez matmayî dimînim. Ya rast fêhm dikin, di nav meseleyê de fen heye. Naxwazin bikin. Eger bi rastî jî hevgirtî bin, bixwazin dikarin bikin. Li aliyê din çekdanîn. Her kesên ku niha çek di destê wan de ye, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rahiştine çekê, li ser vê yekê sond xwarine. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nebîne yekî bi tenê jî çekê danîne. Kes nikare bi wan çekê bide danîn. Rêveberiya me, fermandariya HPG'ê kes nikare çekê bide danîn. Tenê dikarin çekên xwe bidin Rêber Apo. Gel jî qebûl nake. Gel jî dibêje Rêber Apo wê azad bibe. Ew cuda. Lê ev şervan, şervanên fedaî ne. Heta niha her kesî dît. Ew şervan in ku xwe bi hezaran carî ispat kirine. Tenê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikare çeka di destê wan de ji wan bistîne. Wekî din kes nikare çekê bide danîn. Ev yek gef nîne, şantaj nîne. Bila kes bi vî rengî fêhm neke. Vegotina rastiyekê ye. Ji ber ku wekî din nayê fêhmkirin, em neçar man ku bi rengekî eşkere bînin ziman. Dibe ku bi vî rengî fêhm dikin, 'Hûn rêveberiya PKK'ê ne, hûn naxwazin bikin, bikin'. Em nikarin bikin. Xwestin, nexwestin e tiştekî din e. Lê em nikarin bikin. Nepêkan e. Hêzeke bi vî rengî ya rêveberiya me nîne. PKK ne rêxistineke welê ye ku biryar bi rengekî hêsanî lê bê wergirtin, her kes kare biryara dixwaze bide wergirtin. Ji PKK'ê çi hatiye fêhmkirin? Mirov matmayî dimînin. Diyar e, ewqasî li ser PKK'ê diaxivin, her kes diaxive, lê kes bi PKK'ê re neavixe. Her kes li ser PKK'ê diaxive, lê kes bi PKK'ê re neaxive. Li ser PKK'ê her kes pêşniyaran dike, biryarê werdigirin, lê nabêje ka em ji PKK'yiyan bipirsin bê wê li gorî vê tevbigerin an na, kes napirse. Tenê dibêjin ku wan ji Rêber Apo pirsî ne, lê Rêber Apo jî xistine nava şert û mercên mutleq ên dîlgirtinê yên Îmraliyê. Bi vî rengî nabe. Ji vê kiryarê re samîmiyet, hevgirtin nayê gotin. Eger wê bi rastî jî samîmî û hevgirtî bin, eger di banga xwe de samîmî bin wê demê divê berpirsyariya wê bi cih bînin. Çima, li naverastê tiştek tine bû Devlet Bahçelî Rêbertî vexwendibû meclîsê. Bila bihêlin Rêbertî bê Qendîlê. Bila kongreya xwe bicivîne. Ji xwe gotibû, ez dikarim biryara bixwazim bidim wergirtin. Rêber Apo soz da ku dikare vê bike. Em nikarin wê sozê bidin. Bila Rêber Apo bike, çima asteng dikin? Diyar e li pişt wê sedemên cuda hene.

Agirbest bi xwe jî tê rexnekirin. Bîlançoyên HPG'ê hene, êrîş têne kirin. Rewşa li eniya şer çi ye? Agirbesta PKK'ê çiqasî kete meriyetê?

Li ber agirbestê jî rabûn. Ji Rêber Apo name hat, me jî bersiv dan. Daxuyanî bû, me bersiv dan. Û me her tim ev tişt got, rawestandina têkoşîna çekdarî, çekdanîn bi biryara kongreyê dibe. Di kongreyê de jî tenê Rêber Apo dikare van biryaran bide wergirtin. Em nikarin bidin wergirtin. Her kes bi vê zane. Li gel vê yekê bang hate kirin, me nîqaş kir em dikarin bersiveke çawa ya erênî bidin vê banga dîrokî. Bila tevkariyeke me bibe. Me got, em agirbestê ragihînin, pêşî li bicihanîna wê vekin. Me got, em ji aliyê xwe ve çekan bêdeng bikin. Qet nebe bila axaftin bi hêsanî bê kirin. Balkêş e, aliyê hember li ber vê jî rabû. Destpêkê gotin, baş e. Piştî çend rojan çi bû, herhal ji binî ve navendeke qirker heye, welê tê fêhmkirin, navenda dijminê Kurd, şerê taybet bi Devlet Bahçelî da gotin 'Em agirbestê nas nakin'. Daxuyaniyek bê dan kirin ku gotina xwe jî biguherîne. Em çawa ji vê bawer bikin? Eger hûn li dijî agirbestê bin, hûn ê hîn çi bikin? Hûn ê vê pêvajoyê çawa bi rê ve bibin? Ne karekî aqilane ye, nayê fêhmkirin. Dibêje agirbest nîne, divê PKK dest ji çekan berde û teslîm bibe. Bi taybetî wezîrekî wan ê parastinê heye, Yaşar Guler e her hal. Ew general hene. 41 salan we şer kirin, eger we têk biribe divê PKK ji holê hatibe rakirin. Çima te nekarî serketina xwe ragihîne? Niha piştî ku PKK'ê agirbest ragihand, dibêje min serketin bi dest xist. Piştî ku PKK'ê agirbest ragihand, hat bîra te ku tu bi ser ketiye? Eger bi rastî jî tu bi ser ketibe, çima te berê serketina xwe ranegihand? Rewşeke bi wî rengî nîne. Binihêrin, me jî ev şer kir. Beriya wê jî hebû. Ji 15'ê Tebaxa 1984'an û vir ve şerekî bê navber ê gerîla heye. Di demên cuda de me plan kir, armancên me jî hebûn. Dem bi dem, di sala 1998'an de Rêber Apo nirxand, di salên 2000'î de nirxand, niha dinirxîne. Em vê qebûl dikin. Bi têkoşîna çekdarî me heta cihekî pêşketin afirand, ev pêşketin hemû bi têkoşîna çekdarî bûn. Lê belê me nekarî aliyê dijber bi temamî têk bibin, pirsgirêka Kurd bi temamî tenê bi têkoşîna çekdarî çareser bike, ev nepêkan bû. Me nekarî vê bi ser bixînin. Em ne bi biryar in ku di vê de israr bikin, em dest ji vê berdidin yanî. Em rast nabînin. Yanî me heta vê derê pêk anîn, em dibêjin bes e, ji vir û pê ve eger dikare bi siyasetê, bi hiqûqê bibe baştir e. Em nabêjin me serketin bi dest xist. Rêber Apo di sala 1998'an de got, rewş pata ye. Ne serketin, ne jî têkçûn heye. Ji bo herdu aliyan jî rewş bi vî rengî ye. Niha jî heman rewş heye. Weke aliyekî ku şer dimeşîne em vê qebûl dikin. Lê belê niha hin generalên ku serketin bi dest nexistine radibin dibêjin 'em bi ser ketine' û piştî ku me agirbest ragihandin, derketin holê. Radibin banga teslîmiyetê dikin. Bi dîtina min ew Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Wezîrê Karên Derve Hakin Fîdan hewl didin vî karî xera bikin. Çûn Sûriyeyê, Iraqê li cîhanê digerin. Em zanin bê çi dikin, agahî ji me re tên. Li her devera ku diçin wê derê ji bo xêra Kurdan tiştekî nabêjin. Her tim bi rengekî dijberê Kurdan dixebitin. Heyeta ku piştî peymana li Şamê çû Sûriyeyê, Şêwirmendê MÎT'ê jî tevlî bû, ji bo Kurdan asteng bikin çûn.

Ji xwe gotin.

Bi xwe gotin. Weke dijberê Kurd tên û li Tirkiyeyê jî xwe welê nîşan didin ku weke ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixebitin nîşan didin. Em ne ewqasî cahil in. Em jî agahiyê werdigirin. Ev tîm, tîma li dijî Kurdan e. Israr dikin, dibêjin em bi ser ketin, wê bên teslîm bibin, me binax kir. Eger we binax kiribin wê demê çima hûn bang dikin ku teslîm bibin. Biçe bi guhê wan bigire. Madem tu bi ser ketiye. Rewşeke bi wî rengî nîne. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê bi vê zanibe. Divê rêveberên AKP û MHP'ê jî bi vê zanibin. MHP'yî berê li ber nêzîkatiyên bi vî rengî yên artêşê radibûn. AKP jî carna li ber radibû. Niha ji bo van tiştekî nakin, gelo generalên wan bi xwe ye, lewma xwe bêdeng dikin. Halbûkî rewşeke bi vî rengî nîne. Ev ew general in ku li hemberî gerîlayên Kurd serketin bi dest nexistine. Wê li vê mikur bên. Wê qebûl bikin. Her wiha têk neçûn jî. Em vê dibêjin. Lê bi ser jî neketin. Wê demê divê bibêjin bi çekê ji vê û pê ve nayê kirin û bi vî rengî firsendê bidin hiqûq û siyasetê. Hîn jî hewl didin hiqûq û siyasetê asteng bikin. Weke ku navendeke darbeyê ye tevdigerin. Yanî ew teqez ji bo xêra vê pêvajoyê naxebitin. Em bi wî rengî nabînin. Her kes jî bi şênberî dibîne. Lewma gotinên em bi ser ketin, wê bên teslîm bibin, gotinên vala ne. Tiştekî bi wî rengî nîne, her kes vê dibîne. Ev komplekseke, kompleksa erzan a wan hêzan e ku şer kirine û bi ser neketine. Psîkolojiya xwe xera bûye, dixwaze psîkolojiya xwe rehet bike. Pêwendiya xwe bi rastiyê nîne. Divê her kes bi vê zanibe. Divê dest ji van berdin. Ji bo pêvajo di pratîkê de bimeşe me agirbest ragihand, em israr jî dikin. Em zanin ku hêsan nîne, bi hêsanî hikum nadin lê belê divê kes zorê nedin me. Divê zorê nedin sebra me. PKK ti carî negotiye, em ê teqez serketina mutleq bi dest bixin. Yanî got, serketin jî heye, em dikarin bi şerefa xwe li ber xwe bidin û şehîd jî bikevin. Em timî bi vî rengî meşiyan. Heta niha jî rewş bi vî rengî bû. Hêza xwe ya meşandina vê yekê, berxwedanê heye. Hewl didin bi rêya şer sabote bikin. Li Kobanê lê dan, malbatek, 9 kes qetil kirin. Dibêjin, berpirsyarê vê kî ye divê bê dîtin. Ji bilî Wezîrê Parastinê kes nikare vê bike, fermanê didin, didin kirin. Ji xwe ne tenê fermanê didin artêşa xwe, welê tevdigerin ku dibêjî qey fermanê didin PKK'ê jî. Dibêjin, tavilê çekên xwe bînin û teslîm bibin. Tu fermanê dide kê? Divê mirov hinekî hedê xwe zanibe.

Pirsgirêka cidiyetê heye.

Belê, kompleks heye. Bi ser neketiye, nikare lê mikur bê. Li pey serketina erzan de ye. Yê ku serketina erzan bi dest bixe, bi kêrî vî welatî û dewletê neyê. Dewlet, hêzên siyasî yên ku dewletê bi rê ve dibin divê vê lêgerîna li serketina erzan bibînin. Ji xwe gerîla jî eşkere kir. Gerîla li Qendîlê SÎHA ya Akinci ku ji bo wê dihate gotin 'qet nikare bê xistin' di cih de xist. HPG dibêje ev yek hişyariyeke. Ev ne ya yekê ye, bû çend balafirên keşfê, hemû jî ji raya giştî ya Tirkiyeyê veşartin. Ji Rêber Apo jî vedişêrin. Me gef nexwar. Dîsa jî bila şaş neyê fêhmkirin. Em pêvajoyê berevajî nekin, hewldanên Rêber Apo xera nekin. Me bi vî rengî nekir. Me li ber xwe dan, me planên wan têk birin. Nekarîn gerîla bieciqînin. Nekarîn PKK'ê têk bibin, nekarîn tasfiye bikin. Wê vê qebûl bikin. Ev yek di bang, daxuyaniya Rêber Apo de jî heye. Dibêje, tevgera ku li gel hemû êrîşan nekarî bê tinekirin, nekarî bê eciqandin. Vê yekê ji bo PKK'ê dibêje. Li aliyê din me bi berxwedanê ev  kir. Pêvajo xetere ye, bûyer li holê ne, rewşa şerê cîhanê li holê ye, Kurd jî dikarin zerarê ji vê bibînin. Lê belê hîn bêhtir wê Tirkiye zerarê bibîne. Divê her kes bi vê zanibe. Hevalan jî anîn ziman, em naxwazin zerareke bi vî rengî bigihêje Tirkiyeyê. Rêber Apo bi eşkere got, em rê nedin vê zerarê. Ji ber vê yekê em dibêjin Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo parastina yekîtiya Tirkiyeyê yekane şens e. Bila ev şens baş bê nirxandin. Çima bi vî rengî nakin? PKK ji destpêkê ve bi vî rengî bû. Belê ji bo azadiya Kurdan têkoşiya lê belê her tim azadiya Kurdan li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê nirxand. Têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê di heman demê de têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê bû. Eger ne bi vî rengî bûya, çi karê min di nava PKK'ê de hebû? Bi dehan, bi sedan ciwanên Tirkiyeyî li nava refên PKK'ê şehîd bûn. Çi karê van hebû? Eger ne ji têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê bûya. Li Îmraliyê jî dema ku cezayê darvekirinê dan, Rêber Apo got, me ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têkoşîn meşand. Xiyanetê qebûl nakim. Helwesta rast, yekane helwest ev bû. Ev yek bi vî rengî ye. Lewma divê dest ji sorkirin û êrîşên leşkerî bêne berdan. Divê agirbest rast bê fêhmkirin, rast bê nirxandin. Qet nebe bila raya giştî xwedî li vê derkeve. Li hemberî yên ku dixwazin vê yekê weke amûreke xerakirinê bi kar bînin, firsend ji yên ku dixwazin sabote bikin re neyê dayin. Hêviya me ev e. Bila ev jî bê zanîn, her tim wê bi vî rengî nebe. Em jî dişopînin, wê çiqasî bi vî rengî bi yek alî dewam bike, wê bi ku ve biçe, mirov nikare ji niha ve tiştekî bibêje.

Qadeke din a ku derkete pêş Sûriye bû. Di navbera QSD'ê û rêveberiya demkî ya Şamê de peymaneke çarçoveyê hate îmzekirin. Di heman demê de li hemberî Elewiyan komkujî hate kirin. Hîn jî dewam dike. Piştî wê heyeta dewleta Tirk çû bi lez û bez. Piştre pêşnûmeya destûra bingehîn hate parvekirin, ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve. Ev pêvajo hemû çawa dikare bê nirxandin?

Em ji dawiyê destpê bikin. Li Kobanê komkujî hate kirin. Nîvê şevê 7 zarok hatin qetilkirin. Heyeta ku bi lez û bez çû Sûriyeyê ji bo nehêle di peymana navbera QSD û HTŞ'ê de tiştekî bi kêrî Kurdan were, derkeve holê. Li ser vê bingehê gef xwarin, ji xwe beriya ku biçe Ahmed Şara ji tirsa pêşnûmeyeke destûra bingehîn a li dijî demokrasiyê îmze kir. Çûn zext kirin, gef lê xwarin. Tenê armanceke wan hebû; ji bo Kurdan bila tiştek nebe. Ji bo astengkirina vê çûn. Divê ev yek bê zanîn. Bi rastî jî Wezîrê Parastinê û Wezîrê Karên Derve tam li dijî Kurdan, li dijî demokrasiyê kar dikin. Her kes vê dibîne. Kes nikare kesî bixapîne. Ji wê jî wêdetir, li gorî agahiyên gihîştin me, tê gotin ku komkujiya Elewiyan ji aliyê wan hêzan ve hate kirin ku dixwazin vê peymanê sabote bikin. Em naxwazin tam bi wî rengî be. Lê belê ji aliyê hin derdoran ve tê gotin ku li pişt wê hin derdorên nêzî Tirkiyeyê hene. Ji bilî wê, belê peymanek hate mohrkirin, her kesî nirxand. Ji bo rawestandina şer, me peymaneke bi vî rengî bi wate dît. Aliyên peymanê bi vê zanin. Wê çawa bikeve pratîkê, ev yek meseleyeke demdirêj a têkoşînê ye. Hin nîqaş, rexne têne kirin, hin tişt hene ku em jî rexne dikin, rast nabînin. Lê belê yên ku kirin, wê çawa bixin pratîkê, divê mirov lê binerin. Di vir de dixwazim 2 tiştan bibêjim. Ya yekemîn; pêwîstî pê nîne ku li Sûriyeyê ewqas hewldan bê kirin. Li Sûriyeyê bi tena serê xwe çareseriyek nabe, rejîmek ava nabe. Tirkiye çû hin tişt li rêveberiya heyî ferz kir, beriya wê jî hinek, Emerîka, Îsraîlê ferz kirin, kirin ku peymanê îmze bikin. Hin derdor dinirxînin, belê Tirkiyeyê hin zext kir lê belê nekarî zêde encamê werbigire. Ne di wê astê de ye ku her tim li ser Sûriyeyê bi bandor be. Li Sûriyeyê tiştekî welê mayinde nabe, sîstem pêk nayê. Peydakirina çareseriyeke mayinde zehmet e ku ji Rojhilata Navîn re bibe mînak. Lê belê nîşaneyên wê, destpêka wê dikare bibe. Ji bo wê jî kar tê kirin, têkoşîn tê meşandin. Girîng e. Divê mirov têbikoşe. Divê mirov Sûriyeyê ji Rojhilata Navîn cuda nenirxîne. Wekî din ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk divê têkoşîn bê meşandin. Lê belê divê bê zanîn ku mayindebûna vê yekê jî bi herêmê re dibe. Divê mirov ji têkoşîna herêmî jî qut nebe. Em asta Sûriyeyê bi vî rengî dibînin. Ji bo pêkanîna vê jî divê demokrasiyek li ser bingeha azadiya pêkhateyan û azadiya jinê bê parastin. Lewma demokratên Ereb, jin, Durzî, Suryanî, Elewî û Kurd têkiliya wan, têkiliya gelan a bi hev re gelekî girîng e. Divê ev yek bê pêşvebirin, mirov xwe bispêre vê yekê. Demokrasî bi vî rengî dibe, ji jorê ber bi jêrê nabe, ji jêrê dema ku li ser bingeha gel hate avakirin wê xurt be, mayinde be, bi wate be. Ji ber vê yekê divê avakirina tifaq û têkiliyan girîng bê dîtin. Bi dewletan re jî divê têkilî hebe, ji bo her kesî hevdîtin jî dikare bibe. Lê belê yên ku çareseriyê ji dewletan, ji Tirkiye, ji Îsraîlê, ji dewletên din bixwaze, dikare piştre şaş bibin. Xala duyemîn jî bi rastî komkujiyeke hovane ya li hemberî Elewiyan hate kirin. Tol tê hilanîn. Rejîma Baasê rejîma civaka Elewî nebû. Nabe ku bi wî rengî bê dîtin. Ji xwe nediyar e bê rêveberiya heyî çiqasî ji Baasê qut e. Ne diyar e bê çiqasî dijberê Baasê bûn. Gelekî xetere ye ku kiryarên rejîma Baasê veguherînin hinceta komkujiya li hemberî civaka Elewiyan. Divê her kes li ber vê rabe. Lewma em komkujiya li hemberî Elewiyan şermezar dikin. Divê civaka Elewî hişyar be, li ber xwe bide. Kurd, derdorên demokratîk, Suryanî, Ermen, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa ku piştgiriyê didin civaka Durzî, jin û rewşenbîrên Sûriyeyê divê piştgiriyê bidin civaka Elewî jî. Ji xwe pêwendiya vê yekê hinekî bi Tirkiyeyê re jî heye. Weke ku Tirkiye ji Hatayê û pê ve tolê ji civaka Elewî hiltîne. Weke êrîşeke tolhildanê ye. Ev rewşeke metirsîdar e. Divê mirov li ber vê rabin, divê têkiliya demokratîk a gelan bê afirandin û parastin. Pîvana demokratîkbûnê ev e. Her kesên xwe demokrat dibînin divê bi vî rengî bikin. Bang li wan dikim ku bi vî rengî bikin. Têkoşîna wan a demokrasî û azadiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ya li tevahiya Sûriyeyê silav dikim.

Em pêvajoyê nîqaş dikin, hesasiyeta wê li holê ye. Gelê Kurd, dostên gelê Kurd tevkariyeke çawa dikarin li vê pêvajoyê bikin?

Paşeroja pêvajoyê wê çawa be, ev mesele hinekî diyar nîne. Ya rast ji aliyê me û Rêber Apo ve diyar e. Me bi rastî jî xwest samîmî û hevgirtî nêzîk bibin. Hîn jî em di wê astê de ne. Ji ber ku helwesta Rêber Apo bi vî rengî bû. Me destpêkê got, bi biryar bû. Em dixwazin wê samîmiyet û hevgirtinê dewam bikin. Bila encamek ji vê bê. Rêber Apo ji bo gavekê biavêje, ji bo gelê Kurd ji bo gelên Tirkiyeyê dixwaze paşerojeke nû biafirîne. Rêber Apo destnîşan kir ku ev yek danîna hîmên sed salî, hîmên hezar salî ye. Lewma em bi kelecan bûn. Em heta dawiyê xwedî li vê derdikevin. Lê belê me heman helwest heta niha ji aliyê dijber nedît. Em nikarin bibêjin hema her tişt qediya, lê belê ya ku diviyabû bê kirin jî di dema xwe de nehat kirin. Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin. Bila gelê me, her kes bi vê zanibe. Pêwîstî bi çi heye? Rêber Apo qala guhertina paradîgmayê kir. Banga Devlet Bahçelî, gotinên wî yên li ser xwişk û biratiya Kurd û Tirkan weke guhertina paradîgmayê pênase kir. Ev guhertina paradîgmayê çi bû? Ji înkar û îmhakirina Kurdan ber bi qebûlkirina Kurdan weke xwişk û bira guhertina mejî û siyasetê bû. Guhertina mejî û siyasetê ya ji dijminatiya Kurdan ber bi biratiya Kurdan bû. Berê, sed sal in êşên giran hatin kişandin, nebaşî hatin kirin. Hesabê wan ê dîrokî bêguman divê bê dayin. Lê belê em dikarin çareser bikin û ji dîrokê re bihêlin. Bi nêzîkatiyeke rexnedayinê, bi nêrîna li paşerojê mirov dikarin xwe rizgar bikin. Ev guhertina paradîgmayê dikare bibe. Ji bo pêşketina nû çêbibe, guhertina paradîgmayê şert e. Yanî guhertina mejî û siyasetê pêwîste ku ji dijminatiya li Kurdan ber bi biratiya Kurdan ve biçe. Heta ku ev nebe, tiştên bêne kirin wê fen bin. Yanî xapandin, hesabên polîtîk, dema firsend dît lê bide; wê bê vê wateyê. Ji wir jî ti encam bi dest nakeve. Kurd jî êdî bûn hêz. Êdî hêzeke girîng a herêmê ne. Ne tenê di nava sînorên Tirkiyeyê de ne. Li her devera Rojhilata Navîn e, li cîhanê belav bûne. Cîhan Kurdan û têkoşîna azadiyê ya Kurdan nas dike. Di heman demê de gelê herî qedîm e. Me berê jî ev gotibû. Êdî ev dewlet nikare van Kurdan bieciqîne, tine bike. Ya ji vê û pê ve li gel zilm û komkujiya li Kurdan wê di heman demê de bibe çikandina çavkaniyên Tirkan di qirkirina Kurdan de. Gava ku hewl da zerarê bide Kurdan wê zerarê bide xwe. Ev yek dişibe dûpişkê ku bi xwe vedide. Divê dest ji vê berdin. Eger bi vî rengî bê fêhmkirin û dest jê bê berdan, bi lez dikare pêşketinên girîng pêk were. Min berê gotibû, pirsgirêka Kurd hem pirsgirêkeke zehmet e hem jî pirsgirêkeke ku çareseriya wê gelekî bi hêsanî dikare bê kirin. Zehmetiya wê guhertina mejî û siyaseteke bi vî rengî ye. Rexnekirin û rexnedayin e. Qebûlkirina şaşitiyên xwe ye. Eger ev bê qebûlkirin, ji dijminatiya Kurdan derbasî biratiya Kurdan bibe ji çareseriyê hêsantir tiştek nîne. Çareseriya herî bi hêsanî wê hingî di pirsgirêka Kurd de be. Tenê bila siyaset û mejî bê guhertin. Ev yek neçarî ye, ku ne tenê ji bo Kurdan e. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ji bo mirovên Tirk di bin rêveberiyeke demokratîk de bijîn jî pêwîstî ye. Ev gelekî girîng e. Ji bo pêkanîna vê pêwîstî bi çi heye? Eşkere ye ku pêwîstî bi têkoşînê heye. Gelê me, dostên me divê çawa nêzîk bibin? Hevalan bi berfirehî nirxandin. Rabirdûya PKK'ê, çi bû, çi da qezençkirin, çi afirand, em vê yekê dubare dubare bixwînin, binirxînin. Yanî tiştek belasebep nebûye. Ti ked, hewldan bê qîmet nebû. Xwîna hate rijandin teqez bi wate bûye. Vejîn, hebûn pêk hat. Vaye Newroz li holê ye. Mirovahî bi coşa Kurd ketiye cîhaneke cuda. Naxwe di bin nêzîkatiya berjewendiyan a sîstema modernîteya kapîtalîst mirovahî li ber fetisandinê ye, her kes bi kanserê dikeve, her kes di bin nexweşiyê de ne. Eger hinekî bêhn tê ber dan, eger hinekî li ser paşerojê difikirin ev yek bi saya vejîna Kurd a bi PKK'ê dibe. Bi encamên berxwedana Kurdan dibe. Lewma şehîdên me yên leheng, xebatên Rêbertî, têkoşîna jinan, dayikan û gelê me ya mezin cîhaneke nû afirand. Li ser bingeha azadiya jinê cîhaneke wekhev afirand. Cîhanek ku dek û dolab, berjewendî lê nîne, mirovahî bi rastî bi xwişk û biratiyê di nava piştevaniyê de parve dike û dijî, cîhaneke nû. Cîhaneke alternatîf afirandin û ev cîhan rasteqîn e, jiyan lê heye. Em van rastiyan bibînin. Lê di halê hazir de jî pêwîstî bi têkoşînê heye. Rêber Apo pêvajoyeke têkoşînê da destpêkirin. Ji xwe serdemek pênase kir. Serdema Aştî û Civaka Demokratîk. Aliyê aştiyê divê li Tirkiyeyê pêk were. Ji ber ku şer ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin. Civaka Demokratîk jî ji aliyê Kurdan ve hate afirandin, wê li Tirkiyeyê belav bikin. Pêşengê Civaka Demokratîk Kurd in, pêşengiyê ji neteweya demokratîk re dikin. Divê mirov civaka demokratîk hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Divê em rêxistiniya xwe hîn xurt bikin weke jin, ciwan, kedkar, karker, rêveberiyên xwecihî, divê jiyana li tax, kolan, gund û bajarokan bi rastî jî li ser bingeha pîvanên civaka demokratîk ava bikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşînê heye. Li hemberî dijberê vê yekê divê têkoşîn bê meşandin. Têkoşîn dewam dike, armanca roja heyî ya têkoşînê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî li ser vê bingehê dewam dike. Em ê vê yekê di Newrozê de, piştî Newrozê di 4'ê Nîsanê, 1'ê Gulanê de jî daîmî bikin. Em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser dijberan ferz bikin. Paşvegavêtin wê ji vê yekê nebe. Bi têkoşînê wê guhertina mejî û siyasetê bê kirin. Wekî din nabe. Yên ku fêhm nakin divê mirov jê re qalê bikin. Divê kar bê kirin ku li Tirkiyeyê dostanî bêne afirandin. Bi kurtasî her tim têkoşîn bû. Ji xwe hevala Sara jî got, jiyana min timî şer bû. PKK têkoşîn e. Her tişt bi têkoşînê bi dest xist. Hevalan gotin, ne bi têkoşînên hêsan. Dibe ku ev pêngaveke nû ya têkoşînê ji yên berê ne ewqasî zehmettir be, lê belê divê mirov hîn bêhtir hişyar bin, baldar bin, tedbîran werbigirin. Li eniya siyasî jî divê em tedbîrên xwe werbigirin, li eniya leşkerî jî. Heta ku çareserî nebe, heta ku mejî û siyaset neyê guhertin, heta ku ev bandorê li hiqûqê neke, heta ku guhertinên qanûnî û destûra bingehîn neyên kirin, garantî rêxistinî û têkoşîna me ye. Gelê me, dostên me divê vê rastiyê bibînin. Em hatin nuqteyeke girîng, bi Newrozê re her tişt careke din hate destnîşankirin, em hêvî dikin dilên ku bi zîftê ketine hinekî wê vebin, mejiyên bûne kevir hinekî vebin. Mirov, xwediyên dewletê yên ku her tiştî ji xwe re maf dibînin, ji Kurdan re jî weke maf bibînin. Yên ku 20 sal in li ser kursiya desthilatdariyê ne, wê hezar salî li ser wê kursiyê rûnenên. Em hêvî dikin ku hinek edalet wê bikeve serê wan, hingî dibe ku hinekî xwe nêzî çareseriyê bikin. Eger xwe nêzî çareseriyê nekin, yên ku çareseriyê dixwazin wê bikevin şûna wan. Heta ku ev pêk were, divê teqez têkoşîn bê meşandin. Di dawiyê de Newrozê, cejna azadiyê li Rêber Apo, hevrêyên me, jin û ciwanan, li gelê me û dostên me pîroz dikim, bang li her kesî dikim ku qadên Newrozê dagirin û daxwaza azadiya Rêber Apo hîn bi xurtî bînin ziman.