Bi sedhezaran li Yenîkapi Newrozê pîroz dikin

Bi sedhezaran kes li Qada Yenîkapi ya Stenbolê ji bo pîrozbahiya Newrozê li hev kom bûn.

Ji bo pîrozkirina Newrozê bi sedhezaran kes  bi dirûşma ‘Bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin’ li Qada Yenîkapi ya Newrozê li hev kom bûn. Welatiyên di saetên sibehê de berê xwe dan Qada Newrozê, bi gerandina govendê ve Newroz pîroz kirin.

Newroz wê bi axaftina Serokê Komîteya Amadekar Mûrat Kalmaz dewam bike. Di pîrozbahiyê de li gel Hevberdevkê HDP’ê Sedat Şenoglû, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Bariş wê gelek nûnerên partiyan baxivin û peyam bidin. Her wiha wê Rûken Yilmaz, Ronî Artîn, Erdla Bayrakoglû û Veysî Ermîş derkevin ser dikê.

Coşa Newrozê dewam e.