Bi sedan ciwan li dijî desteserkirinê li ber xwe didin

Bi sedan ciwan li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê li Taxa Yenîpazarê daketin qadan, bi molotof û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsên Tirk.

Girtina hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Nesliîhan Orûç û Hîkmet Bakirhan û desteserkirina Şaredariya Akdenîz li Taxa Yenîpazarê hat şermezarkirin.

Bi sedan ciwan daketin kolanan agir vêxistin, bi molotof û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Ciwanan bi stranên berxwedanê û berzkirina dirûşmeyan li nava kolanan çalakiya domandin.