Bi lêdanê konên karkerên BELTAŞ'ê hatin rakirin
Bi lêdanê konên karkerên BELTAŞ'ê hatin rakirin
Bi lêdanê konên karkerên BELTAŞ'ê hatin rakirin
Karkerên BELTAŞ'ê ku ji ber şaredarî mafên wan ên Peymana Kar a Giştî (TÎS) nas nake, ev 32 roj in li ber Şaredariya Beşîktaşê çalakiyê lêdar dixin, lê rastî tundiya zabitayan hatin. Ekîbên zabita bi lêdanê konên karkeran rakirin.
Karkerên kargeha taşeron BELTAŞ'ê ya ser bi Şaredariya CHP'yî ya Beşîktaşê, ji ber ku mafên wan ên ji ber Peymana Kar a Giştî (TÎS) ji aliyê şaredariyê ve nayên naskirin, ev 32 roj in li ber şaredariyê kon vedane û li ber xwe didin. Lê belê ekîbên zabita yên şaredariyê danê êvarê dest li karkeran werdan.
Ekîba qelebalix a zabitayan hatin kkonê 2 karker lê bûn, bi lêdanê herdu karker Zafer Gultekîn û Ridvan Çalişkan ji kon derxistin, kon rakirin û dest danîn ser. Ekîbên zabita ji bo li cihê mijara gotinê konên nû neyên vedan, wesayîtên şaredariyê li qadê park kirin.