'Bi hinceta hilbijêrên xeyalî gel çavtirsandî dikin'
Abdurrahman Oguz ku peywirdarên AKP'ê dest bi hinceta 'hilbijêrên xeyalî' 3 caran çûne mala wan, got, ''Dixwazin me çavtirsandî bikin. Gelek ewraqan bi me didin îmzekirin''.
Abdurrahman Oguz ku peywirdarên AKP'ê dest bi hinceta 'hilbijêrên xeyalî' 3 caran çûne mala wan, got, ''Dixwazin me çavtirsandî bikin. Gelek ewraqan bi me didin îmzekirin''.
Li navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê li ser fermana AKP'ê polîs ketin pey hilbijêran. Yek ji van hilbijêran jî Abdurrahman Oguz e ku li navçeyê rûdine. 3 ccaran çûne mala Oguz jê pirsîn bê ka hilbijêrê ''rastî'' ye yan na. Oguz ji vê rewşê re got, ''ev tacîz e''.
'HÛN ÎMZE NEKIN WÊ SERÊ WÊ BIÊŞE'
Oguz got cara pêşî 7'ê Nîsanê polîs hatine mala wan, jê pirs kirin bê ka ji kengî ve li wê adrêsê rûdine, piştî ku Oguz dibêje e 6 sal in li heman adrêsê ye, polîsan ji wan re gotine, ew li hilbijêrên xeyalî digerin. Oguz dibêje, piştî vê roja sêşemê dîsa hatine û duh sibehê jî hatine agahiyên taybet ên malbatê xwestine. Oguz got, ''Vê carê jî agahiyên zarokên min xwestin. Me ewraq îmze kiribû, dîsa ewraq ji me xwestin, xwestin ku bi me bidin îmzekirin. Dema ku min got, ''ez îmze nakim'' gotin, ''wê serê wê biêşe''.
'VÊ JI BO XWE DESTPÊKA DAWIYÊ DIBÎNIN'
Oguz li ser vê helwesta polîsan got, ''Ev tacîz e. Çima mirov 3 caran diçe eynî malê? Ev mudaheleye li mafê min ê jiyanê ye''. Oguz got ji tirsa ku desthilata 17 salan winda bikin wiha dikin, diyar kir AKP têkşikiya û heyfa vê ji wan dihilîne. Oguz wiha domand: ''Me bi rengekî demokratîk deng da û peywira xwe bi cih anî. Ew vê ji bo xwe destpêka dawiya xwe dibînin.''
Oguz her wiha got, divê hilbijartin ji nû ve neyê kirin, wan jixwe dengê xwe dane û divê her kes wiha nêzîk bibe.