Bi hezaran xwedî li berxwedana Farqînê derketin

Li hemberî êrîşên li navçeya Farqînê ku ket roja 11'emîn nerazîbûn her diçe zêdetir dibe. Li gelek navendan çalakiyên ku hatin lidarxistin de peyama piştgiriyê ya ji bo berxwedana Farqînê hate dayîn.

Li hemberî êrîşên li navçeya Farqînê ku ket roja 11'emîn nerazîbûn her diçe zêdetir dibe. Li gelek navendan çalakiyên ku hatin lidarxistin de peyama piştgiriyê ya ji bo berxwedana Farqînê hate dayîn.

AMED

Li navçeya Hezroyê pêkanînên rêveberiya awerte yên li navçeya Farqînê kute roja 11'emîn hate şermezarkirin. Gelek kes beşdarî çalakiya bi pêşengiya Rêxestina DBP'ê ya navçeyê hate lidarxistin bûn. Li ser navê girseyê Hevserokê DBP'ê yê Hezroyê Ahmet Çevîk axivî û bibîr xist ku welatiyên sivîl tên qetilkirin û berxwedana gel sliv kir.

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Pasûrê li ber avahiya DBP'ê bi çalakiyeke êrîşên li Farqînê şermezar kirin. Hevserokê DBP'ê yê Pasûrê Fatîh Taş anî ziman ku gelê Farqînê ji bo azadiya gelê Kurd li ber xwe didin. Taşa wiha got: "Sedema zilma ku rû bi rû dimînin xwedîlêderketina îrade û parastina mafên xwe ne. Ji bo ku xwedî li daxwaza xweseriyê ku mafeke rewa ye rastî van pêkanînan tên. Bi qetilkirina ciwan û zarokan bi zilmê nikarin biçewîsinin." Taş got ku çi dibe bila be ew ê li ber xwe bidin.

ŞIRNEX

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi hezaran welatî ji bo Farqîna ku 11 roj in dewleta Tirk qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin meşiyan. Li navçeyê li hember êrîşên hêzên dewletê yên hovane dikandaran derabeyên xwe venekirin. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Ferhat Encu û Faysal Sariyildiz bi hezaran welatiyên li taxa Kobanê kom bûn ber bi avahiya HDP'ê ve meşiyan. Di meşê de pankarta, "Em zîhniyeta komkujer a li ser gelê me lanet dikin" hat vekirin û bênavber dirûşma, "Bijî berxwedana Farqînê" hat berzkirin. Welatiyên ku di kolanên girse lê derbas dibû bi çepik û tilîliyan piştrî dan meşa ji bo Farqînê tê kirin.

Piştî ku girse gihişt ber avahiya HDP'ê Hevseroka Meclîsa Bajar Pakîze Nayir axivî û got ku gelê Silopiya wê ti dem piştgiriya xwe ya bi gelê Farqînê ku 11 roj in li ber xwe dide qut neke. Nayir bi lêv kir ku dewlet çi qas bi ser wan de bê ew ê li her deverê li ber xwe bidin û têkoşînê bilind bikin. Nayir herî dawî got ku ew bên qetilkirin jî û destûrê nedin komkujer bigihin armanca xwe.

Piştî Nayir, Parlamenter Sariyildiz jî da zanîn ku dewlet bi feraseta komkujiyê nêzî vîna gel dibe û axaftina xwe wiha domand; "Ti rewabûna AKP'ê û dewleta komkujer li Kurdistanê nemaye. Yên ku difikirin wê gelê me li hember van komkujiyan paşve gavê biavêje xwe dixapîne. Em dê li hember van êrîş û komkujiyan bi hêztir bibin û serbikevin."

Piştî axaftinan girse bi dirûşm û çepikan belav bû.

MÊRSÎN

Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê ji bo balê bikişînin li ser êrîşên li Farqînê li Ozgur Çocuk Parki daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de "Farqîn ne tenê ye aştî niha" hate vekirin. Li ser navê platformê Berdevkê Demê yê KESK'ê Kenan Hazar axivî û got ku wekî daxuyaniyên "tevgera bejahiyê hate destpêkirin" ku xwîna mirovan dicemidînê tê dayîn wekî ku aliyeke welat an tên dagirkirin an jî ji dagirkirinê tê rizgarkirin têgehek tê afirandin. Hazar bilêv kir ku heta êrîşên li dijî gelê Farqînê bi dawî nebe wê kolanan neterikînin.

Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat. Piştî çalakiya rûniştinê ji bo meşa ku wê sibehê saet di 13.00'an de bê lidarxistin bangawazî hate kirin û çalakî bi dawî bû.

TEVÎ ASTENGIYÊ XWENDEKAR MEŞIYAN

Federasyona Ciwanên Demokratîk ên Zanîngeha Mêrsînê (DEM-GENÇ) ji bo pişgiriya Farqînê meşiyan. Xwendekar li qada Şehîd Şivan Bayar a li kampusê hatin cem hev û heta qada Cumhuriyetê ve meşiyan. Polîsan li ber Fakulteya Fen û Edebiyatê pêşiya xwendekaran birîn. Di navbera polîs û xwendekaran de rageşî derket û mamosteyên Zanîngeha Mêrsînê ketin navberê û rageşî bi dawî bû xwendekaran jî meşa xwe domandin. Piştî mesê rêz hate girtin. Li ser navê xwendekaran Tunsu Taş axivî û got ku gelê Farqînê ne tenê ye, tevî hemû êrîşan wê ciwan li ber xwe bidin.

Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.

EDENE

Rêxistina HDP'ê ya Ceyhanê ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Farqînê û li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên HDP'ê jî di nav de gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em feraseta qetlîamker a li dijî gel şermezar dikin" hatin vekirin. Hevserokê HDP'ê yê Ceyhanê Tahîr Ozdemîr li ser navê girseyê axivî û got ku ev êrîş ji aliyê Serokomar Tayyîp Erdogan ve tên kirin. Ozdemîr wiha got: "Bila desthilatdarî ji bîr neke ku ev gel ti caran bêzar nebû û yê nebe jî. Em ji vir hemû gelên bindest û yên li Farqînê li ber xwe didin silav dikin. Bijî biratiya gelan."

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

WAN

Li Wanê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li Parka Feqiyê Teyran hatin cem hev û terora dewletê ya li Farqînê şermezar kirin. Li ser navê Dayikan Zekiye Kaya axivî û ev tişt got: "Em weke dayikên aştiyê şer naxwazin. Tayyîp Erdogan ji bo qoltixa xwe hişt ku ev mirov bên kuştin êdî bes e."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Li navçeya Qerqeliyê gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê girseyê Rêveberê HDP'ê yê Qerqeliyê Ecevît Ceylanci axivî û got ku gel li hemberî polîtîkayên AKP'ê li ber xwe didine.

Li navçeya Şaxê rêxistinên HDP û DBP'ê êrîşên li Farqîn û Erdîşê şermezar kirin. Girseya li ber avahiya DBP'ê kom bûn dowîzên "Farqîn ne tenê ye" vekirin. Li ser navê komê Hevserokê HDP'ê yê Şaxê Şukru Yavuz axivî û got ew qetlîaman şermezar dikin.

MÛŞ

Platforma Demokrasî û Kedê ya Mûşê li Qada Şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê. Bi sedan kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta "Em zilma li dijî gelê Farqînê şermezar dikin, gelê Farqînê ne tenê ye" vekirin. Li ser navê platformê Hevserokê Navçeya Navendî ya DBP'ê Faîk Yasul axivî û got ku divê hemû kes piştgiriyê bidin berxwedana Farqînê.

Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Li navçeya Gimgimê jî bi pêşengiya Meclîsa Gel a Demokratîk li ber avahiya DBP'ê çalakî hate lidarxistin û gelek kes beşdar bû. Girse ji ber avahiya DBP'ê heta Kargeha Şaredariyê meşiyan. Piştî meşê Hevserokê DBP'ê yê Gimgimê Giyasettîn Altin axivî û got dem li dijî terora dewletê ya li Farqînê dema berxwedanê ye.

Li Milazgîrê jî bi ber avahiya DBP'ê daxuyanî hate dayîn. û Hevserokê DBP'ê Turgay Turhan axivî û êrîşa li dijî gelê Farqînê şermezar kir.

QERS

Meclîsa Xwendekarên Welatparêzê û Demokratîk ên Zanîngeha Kafkasê ya Qersê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên Qersê bi heman armancê meş û daxuyanî li dar xistin. Xwendekaran li ber Fakulteya Perwerdeyê, rêxistinên DBP û HDP'ê jî li ber Peykerê Hesb ê li navenda bajar daxuyanî dan çapemeniyê.

Welatiyên li ber avahiyên HDP û DBP'ê hatin cem hev ber bi Peykerê Hesp ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta "Gelê Farqînê tenê nîn e" vekirin û demek kin di navbera polîs û girseyê de rageşî derket. Piştî meşê Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Qersê Sevda Subaşi daxuyanî xwend û got ku AKP pêkanînên faşîzma 12'ê Îlonê pêk tîne.

BEDLÎS

Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê bi heman armancê meş hat lidarxistin. Welatiyên li ber Navenda Çandê ya Navçeyê hatin cem hev bi pankarta "Em berxwedana Farqînê silav dikin û em qedexeyan nas nakin" vekirin û ber bi Qada Roboskî ve meşiyan. Piştî meşê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Navçeyê Îhsan Akdenîz axivî û got ku gladyoya Qesrê û AKP'ê li ser kar e.

ÎDIR

Xwendekarên Zanîngeha Îdîrê jî bi heman armancê meş li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekarên li ber Kampusa Suveren hatin cem hev bi dirûşman dest bi meşê kirin. Endamê DEM-GENÇ'ê Hasan Koçuk axivî û diyar kir ku li Kurdistanê konsepta şer hatiye destpêkirin.