Bi hezaran kes bi dirûşma "Bijî berxwedan Efrînê" daketin qadan

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li qadan e û çalakiyan li dar dixin.

Bi hezaran kesên li gelek bajarên Ewropayê li hev civiyan, bi dirûşma "Kujer Erdogan" çalakî li dar xistin.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê Kurdistanî li Tudtîrolerplatzê tevî dostên xwe li hev civiyan, li ser êrîşên li dijî Efrînê belavok belav kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku piştgiriyê bide gelê Kurd. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî YPG/YPJ" hatin qîrîn. Ji bo mîtînga roja Pêncemê ya li heman cihî jî banga tevlîbûnê hate kirin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya li ber avahiya Wezareta Karên Derve di roja çaran de dewam kir. Girseya gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bang li hikumeta Awûstûryayê kirin. Îro jî wê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakî bê lidarxistin.

TÎROL: Li bajarê Tîrol ê Awûstûryayê konê agahdarkirinê hate vedan. Roja Înê saet navbera 16:00-19:00 wê li kolana Marîa Therasa kon bê vedan.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Trik li balafirgeha Tegelê ji aliyê ciwanên Kurd ve çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiyê banga rêwiyên li balafirgehê kişand. Ciwanan ji bo Efrînê banga piştgiriyê kirin.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgartê bi beşdariya 600 kesî emşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û daxuyanî hate dayin. Çalkageran gotin, ji bo Efrînê wê her roj li kolanan bin.

HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrgê, Kurdistanî danê êvarê li ber avahiya parlamenta eyaletê li hev civiyan û dirûşmên "Kujer Erogan", "Terorîst Tirkiye", "Elmanya fînanse dike, Tirkiye lê dide", "Elmanya bes çekan bifiroşe Tİrkiyeyê" hatin qîrîn.

BONN: Li bajarê Bonnê bi beşdariya 600 kesî li ber avahiya postaxaneya mezin xwepêşandanek hate lidarxistin. Kurdistaniyan dirûşmên "Em hemû Efrîn e", "Kujer Erdogan" û "Terorîst Tirkiye" qîriyan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, wê çalakiyên ji bo Efrînê bidomin.

OFFENBACH: Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li bajarê Offenbachê bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de ji bo meş û mîtînga sibe ya li ber Konsolosxaneya DYA ya li Frankfûrtê banga tevlîbûnê hate kirin.

LEVERKÛSEN: Kurdistaniyên li Leverkûsenê danê êvarê li ber Dergaha Leverkûsenê li hev civiyan û ber bi navenda bajêr ve meşiyan: 500 kes tevlî çalakiyê bûn.

MONCHENGLADBACH: Bi beşdariya 300 kesî Kurdistaniyan tevî dostên xwe li bajarê Monchengladbachê çalakiyek pêk anîn.

GÛMMERSBAHC: Li Lîndenplatz a bajarê Gûmmersbachê mîtîngek hate lidarxistin û bi çalakiyan bal hate kişandin ser berxwedana Efrînê.

GREVENBROÎCH: Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê li bajarê Grevenbroîchê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Nûnerên PYD û Partiya Çep li mîtîngê axivîn.

LEÎPZÎG: Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê, bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê", dewleta Tirka  dagirker hate şermezarkirin.

KOLN: Ji bo şermezarkirina dagirkiriya dewleta Tirk, li bajarê Kolnê li ber dêra Domê bi beşdariya bi sedan kesî çalakiyek hate lidarxistin. Hat ragihandin ku wê îro êvarê jî bi heman rengî çalakiyek pêk were.

AACHEN: Bi hezaran Kurdistaniyên li bajarê Aachen ê Elmanyayê dijîn, danê êvarê li ber Mala Gelê Kurd a bajêr li hev civiyan û bi pankart û dowîzan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Kurdistanî heta navenda bajêr meşiyan û li ser êrîşkariya Tirk belavok belav kirin.

DARMSTADT: Li bajarê Darmstadtê jî çalakiyên ku roja Duşemê dest pê kirin duh jî dewam kir. Nêzî hezar kes bi vê armancê meş û mîtîngek li dar xistin. Çalakî wê rojên pêş jî li Lûîsenplatzê saet navbera 16:00-19:00 bidome.

FREÎBÛRG: Li bajarê Freîbûrgê nobeda ji bo Efrînê dest pê kir. Çalakî saet 16'an il ber avahiya şaredariyê pêk tê û bal tê kişandin ser berxwedana Efrînê. Çalakiya duh bi beşdariya du sed kesî pêk hat. Çalakiyên nobeda Efrînê yên li Freîbûrgê wiha ne:

Mîtîng
24.01.2018
Saet 16.00
Cih: Rathausplatz Freiburg

Menschenkette (Zincîra ji mirovan)
25.01.2918
Saet 16.00
Cih: Rathausplatz Freiburg

Mîtîng
26.01.2018
Saet 16.00
Cih: Rathausplatz Freiburg

WÛPPERTAL: Li bajarê Wûppertalê bi sedan kes li ber Cîty Arkadenê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Efrîn bi tenê nîne", "Bİjî YPG/YPJ", "Hişyar bibe hikumeta Elmanya, destekê nede TC" meşiyan.

HANNOVER: Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê duh jî çalakî li darxistin. Çalakiya duh bi beşdariya zêdeyî hezar kesî pêk hat.

ÛLM: Bi beşdariya bi sedan kesî li bajarê Ûlmê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Polîsên Elman êrîşî çalakiyê kirin û 3 kes binçavkirin. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî binçavkirinê dan, lê polîsan êrîşî girseyê kirin.

MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

BASEL: Li bajarê Baselê yê Swîsreyê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi sedan kes li ber stasyonê li hev civiyan. Kurdistaniyan dan xuyakirin ku çalakiyên li Baselê wê bê navber dewam bikin.

NOTTÎNGHAM: Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarê Nottîngham ê Îngilîstanê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê û hevdîtina Theresa May bi dîktator Erdogan re hatin şermerzarkirin. Ji Tirkiyeyê hate xwestin ku hêzên xwe tavilê ji Efrînê vekişîne.

TORONTO: Li bajarê Toronto yê Kanadayê, nêzî hezar kes li hev civiyan û êrîşkariya dewleta Tirk şermezar kirin.

BORDEAÛX: Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî li qadan bûn. li qenala Sud-Quest û France3 çalaiya bê îteatiya sivîl hate kirin. Çalakger bi rayedaran re rûniştin û li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê dosya dan rayaedaran. Ji bo meşa 24'ê Çileyê roja Çarşemê saet 14:00 a li Place de la Boûrse banga tevlîbûnê hate kirin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser êrîş û komkujiyên li sivîlan tên kirin, kon vedan. Her roj bi sedan Kurdistanî serdana kon dikin.

ATÎNA: Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, bi hezaran kes ji meydana Sîntagmayê dest bi meşê kirin û heta ber Konsolosxaneya Tirk bi qîrîna dirûşmên "Efrîn", "Dîktator Erdogan" meşiyan.

EDÎNBÛRG: Li paytexta Skoçya Edînbûrgê jî bi sedan kes li ber Konsolosxaneya Tirk çalakî li dar xistin. Ji bo çalakiya 26'ê Çileyê jî banga tevlîbûnê hate kirin.