Bêy ku parastina wan bigirin cezayê muebetê danê

Bêy ku parastina wan bigirin cezayê muebetê danê

Di doza teqîna sala 2008’an li navçeya Gungoren ya Stenbolê pêkhat û 18 kesan jiyana xwe ji dest dabû de, heyeta dadgehê bêy ku parastina bersûcan bigire 18 car cezayê muebeta girankirî û bi sedan sal ceza li du kesan birî.

Di doza ku li 12’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê pêkhat, dozger ji bo Huseyîn Turelî û Nusret Tebîş 18 caran cezayê muebeta girankirî û hezar 800 sal cezayê girtîgehê xwestibû. Di mutalaya ku ji bo 7 kesan hate xwestin ji sûcê “endamê rêxistinê, bêy rûhsat çek hilgirtin” bêne cezakirin, hatibû xwestin ku kesek jî bê berdan.

Di doza ku îro biryara wê hate girtin de, 18 caran cezayê muebeta girankirî li Huseyîn Turelî û Nusret Tebîş hate birîn. Girtiyê binavê Mehmet Salih Yanak jî hate berdan.

PARASTINA WAN NEHATE GIRTIN CEZA LÊBIRÎN

Di rûniştina îro de parêzerên bersûcan dane diyarkirin ku, muwekîlê wan xwestine parastina xwe bi Kurdî bikin, lê belê gotin dê werger di rûniştina din de bînin û daxwaza demê kirin. Heyeta dadgehê ev daxwaz red kir.

Li ser vê yekê parêzeran daxwaza “reda hakim” kir. Ew daxwaz jî hate redkirin.

12’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê bêy ku bihêle bersûc parastina xwe bikin biryar da.