Beştaş: Êrîş nexşerêya desthilatdariyê ye

Parlementera Sêrtê ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku êrîşên li ser HDP û mûxalefetê ‘nexşerêya desthilatdariyê’ ye.

Parlementera Sêrtê ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zextên girtin û destgîrkirinê ya li ser HDP’ê ji ANF’ê re axivî.

‘ÊRÎŞ NEXŞERÊYA DESTHILATDARIYÊ YE’

Beştaş qala zextên li ser HDP’ê kir û got, “Ev êrîş tê wateya ku mûxalefetê bêbandor bike û desthilatdariya xwe bidomînin. Ev êrîş nexşerêya desthilatdariyê ye. Êrîşên di 1’ê Mijdarê de, Rewşa Awarte, ablûka ev hemû tişt mînak in. Gelê Kurd di serî de zext li ser hemû HDP’ê û mûxalefeta civakî ne. Ligel ev qas zextan jî em qels nebûn. Em bi hêrs in.”

‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ TECRÎDKIRINA ÎXTÎMALA AŞTIYÊ YE’

Beştaş diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû Tirkiyeyê eleqedar dike û got, “Divê bi awayekî berfireh tecrîd were nirxandin. Tecrîd ne bi tenê li ser Ocalan û girtiyên li wê derê ye. Ya ku tê tecrîdkirin îxtîmala aştî û çareseriyê ye. Dema ku hevdîtin dihate kirin di warê civakî de arambûnek hebû. Şer û tecrîd girêdayî hev in û çaresernekirin jî li vî tiştî zêde bûye. Tu aliyê exlaqî, wijdanî û hiqûqî yê tecrîdê tune. Em qala kesekî dikin ku gelê Kurd û gelên din wî wekî rêberê xwe dibîne. Dewleta Tirk û desthilatdarî bi hêza Ocalan dizanin. Tifaqa AKP û MHP’ê Tirkiyeyê ber bi kaoseke mezin dibin. Îro tişta ku li Îdlîbê tê jiyîn li ber çavan e. Ji ber vê jî ne bi tenê gelê Kurd, divê hemû mûxalefeta civakî li dijî tecrîdê bin.”