Bes bidin pey misilmanên qelp

Endamê Desteya CÎK’ê Mele Mihyedîn Kurtay bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin û got, ‘’Bes bidin pey misilmanên qelp. Divê her kes têkiliya xwe ji van dîktatoran bibire.’’

Endamê Desteya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Miyedîn Kurtay got, ‘’Bes bidin pey misilmanên qelp. Divê her kes têkiliya xwe ji van dîktatoran bibire. Li şûna van divê mirov lîderekî mîna Demîrtaş wekhevîxwaz bîne ser kar.’’

Mele Kurtay got li nav misilmaman çi nehiqîqî, nedadî, zilm, guneh hebin ev ji hêla wan kesên qelp ve tê kirin ku ji xwe re misilman dibêjin û got, ‘’Em li dij van in, li dij van misilmanên qelp’’.

‘MISILMANAN DIXAPÎNINI’

Kurtay bang li Kurdên misilman kir û got, ‘’Pêşniyara me li misilmanan ew e ku dev ji van misilmanên qelp biqerin. Bi taybetî gelê me yê Kurd ê misilman bila van nas bike, bila bizanibin ku ev qelp in. Heta kengî wê heq û hiqûq vî miletî binpe kirin û înkar bikin. Jixwe li ber çavan e, çi AKP çi Saadet çi jî bi navekî dî, misilman ji hêla van ve têne xapandin. Ev bobelateke mezin e. Misilmanan dikin kole. Em li dijî van in.’’

Mele Kurtay got piştgiriya li HDP’ê û namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş xizmetê ji aştî û birayitê re dike û got, ‘’Desteka li Demîrtaş hezkirina mafê mirovan, hiqûqê û mirovan e. Demîrtaş jî ji van hez dike, mafê wan, hiqûqa wan û biratiyê diparêze. Sonda wî ev e. Ti cihêtiyê nake nav mirovan. Her demê gotina wî li ser aştî û biratiyê ye. Divê her kes têkiliya xwe ji vê desthilatdariyê û dîktatoriyê bibire (behsa Erdogan dike). Li şûna vê Demîrtaş ê wekhevîxwaz bînin ser kar.’’

Mele Kurtay her wiha bang kir ku her kes biçe ser sendoqê û dengê xwe bi kar bîne.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA