Berxwedêrên Strasboûrgê serketina QSD'ê silav û pîroz kirin

14 berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê, serketina QSD'ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li mirovahiyê pîroz kirin û gotin, "Vê yekê nîşan da ku gelê me bê xwedî nîne, ji aliyê vîneke ji pola tê parastin."

Berxwedêrên li Strasboûrgê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 73 roj in di greva birçîbûnê de ne, bi wesîleya serketina Pêngava Bagera Cizîrê ji bo şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) peyamek weşand.

Berxwedêran yek bi yek axivîn û serketina YPG, YPJ û QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê di serî de li gelên Kobanê û Şengalê, li gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê pîroz kirin.

Peyama berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê wiha ye:

"Di serî de şehîdên pêngava Dêra Zorê bi rêzdarî bi bîr tînim. Serketina pêngava Dêra Zorê ji bo gelê Kurdistanê, gelên herêmê bi taybetî gelê Rojava serketineke pir mezin e, em li hemûyan pîroz dikin. Bi navê berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê em bi serketina vê pêngavê gelekî kêfxweş bûn. Gelên dinyayê ji belayekê rizgar dibe, li hemû gelên dinyayê pîroz be. Bêguman pîrozbahî herî zêde mafê gelê Kobanê ye, gelê Şengalê ye. Hovîtiya DAÎŞ'ê li îradeya gelê Kurd qelibî. Dinyayê tev dît ku îradeya gelê Kurd îradeyeke ji pola ye. Serketina we ji bo me bû coşeke mezin, em ê hemû bi hev re bi ser bikevin. Her kesên ku ji niha û pê ve hesaban bike wê êdî li gorî ruhê Apoyî hesabên xwe bikin. Careke din derket holê ku gelê me ne bêxwedî ye, gelê me ji aliyê îradeyeke ji pola tê parastin. Serketin, serketin, serketin. Bijî Rêber Apo."

"Hemû şervanên QSD'ê yên li dijî DAÎŞ'ê şerekî mezin dikin, ev têkoşîn gihandin asta serketinê. Di qonaxa serketinê de ez hemû şervanan yek bi yek silav dikim, wan hembêz dikim. Serketina wan serketina mirovahiyê ye, ji ber ku DAÎŞ dijminê mirovahiyê bû. Serketin serketina Rêber Abdullah Ocalan e. Beşek ji berxwedana me jî vê îfade dike. Li wê eniyê paradîgmaya Rêber Ocalan bi ser ket, li aliyê me jî em di wê baweriyê de ne ku em e tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişikînin û serketinê misoger bikin. Hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim."

"Hêzên QSD'ê, YPG/YPJ'ê DAÎŞ têk bir, em berxwedana wan pîroz dikin. Rûmeta mirovahiyê, rûmeta gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn parastin. Bijî berxwedana we, bijî Serok Apo. Bijî berxwedana QSD'ê. Bijî berxwedana mirovahiyê."

"DAÎŞ weke hêzeke terorîstî bûbû metirsî li ser tevahiya mirovahiyê û li her devera dinyayê çalakiyên terorîstî dikir. Li Rojhilata Navîn bi destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate şikandin. Serketin serketineke ji bo hemû mirovahiyê ye ku mirov dikare şanazî pê bike. Serketinê li hemû mirovahiyê pîroz dikim, bi taybetî li QSD'ê pîroz dikim. Bang li hêz û raya giştî ya navneteweyî dikim ku berpirsyariyên xwe yên li pêşberî Rojava, li pêşberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêk bîne."

"QSD'ê ji bo rûmeta mirovahiyê serketineke dîrokî bi dest xist. Ji bo gelên cîhanê, Rojhilata Navîn, Kurdistanê serketineke dîrokî ye. Bila hevalên me zanibin, çawa ku ew bi ser ketin, berxwedana me jî wê bi ser bikeve. Daxwaz û armancên me wê pêk werin. Bi ruhê berxwedanê em ji hevalên QSD'ê hemûyan re dibêjin her bijî, her bijî, her bijî."

"Bi dilekî germ, bi hestên şoreşgerî serketina YPG, YPJ û şervanên QSD'ê pîroz dikin. Berxwedan jiyan e, bijî Serok Apo."

"Berxwedana mezin a bi pêşengiya YPJ, YPG û QSD'ê tê kirin, silav dikin. Hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Serketina heyî bi saya şehîdan e. Destketiyên li Rojava wê roj bi roj mezin bibin û dawiya dawî jî em ê bi rengekî bi heybet bi ser bikevin."

"Em serketina we pîroz dikin û dibêjin, bijî azadî, bijî Serok Apo, bê serok jiyan nabe."

"Hevalên QSD'ê hemûyan ji dil û can silav dikim, serketina we coş û moral da me. Serketina me heta azadiya Serokatî û hemû parçeyên Kurdistanê wê dewam bike. Silav û rêz ji we re."

"Hevalên ku xaka xwe li Rojava parastin, li Dêra Zorê bi ser ketin pîroz dikim. Serketinê ji wan re dixwazim. Em gelekî kêfxweş in ji ber ku xaka me ya pîroz hatiye parastin. Welat welatê me hemûyan e, divê em çar parçeyên Kurdistanê bi tevahî biparêzin. Serketin, serketin, serketin."

"Hêzên YPJ, YPG û QSD'ê hemûyan silav dikim. Ev serketin beriya her tiştî serketina Rêberê me û şehîdan, hêzên leşkerî hemûyan û ya gel e. Bi hestê herî bilind em we silav dikin, ji ber ku nêrînên û nirxandinên Rêber Apo bi rêya we gihîştiye tevahiya cîhanê. Em ji ber vê yekê serbilind e. Ji ber serketina we em we silav dikin, serketin a me tevaye."

"Gelî hevalan em vê serketina we pîroz dikin. Bila dost û dijmin zanibin ku êdî xaka Kurdistanê ne bêxwedî ye. Wê nikaribin bi rehetî hespê xwe li ser xaka Kurdistanê bibezînin. Wê nikaribin dewlemendiya ser erd û bin erdê xaka Kurdistanê bi rehetî bikirin, bifiroşin û bixwin. Êdî şervanên azadiyê hene ku hesabê vê werdigirin. Bi vê serketin û coşa we em jî li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Înşaleh em ê jî di demeke kin de weke we bi ser bikevin û tecrîda li ser Serokatî bişikînin. Bijî Serok Apo, Bijî Kurdistan, Bijî Yekîtiya Kurd û Kurdistan."

"Şervanên YPJ, YPG û QSD'ê ji ber vê serketina dîrokî pîroz dikim. Şehîdan bi bîr tînim. Gelê me ketiye pêvajoyeke welê ku êdî ji bo me binketin qediya ye, serketin teqez bûye. Li çar aliyên Kurdistanê êdî her Kurdistanî li ber xwe dide. Me berê xwe daye serokatî, lewma ji bo me binketin nîne. Em hemû hevalan pîroz dikin. Serketina we moral da me. Em ê bi ser bikevin, serketin ya gelê me ye."

"Em bi vê serketinê pir kêfxweş in. Em hemû hevalan pîroz dikin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin."