Berxwedana li Viyanayê 40 roj li pey xwe hişt

Greva birçîbûnê ya Sûltan Yîgît û Şivan Agaoglû ya li paytexta Awûstûrya Viyanayê di rojav 40'î de ye. Doktoran doh rewşa her du ciwanan kontrol kirin.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên bi navê Sûltan Yîgît û Şivan Agaoglû 40 roj in li Viyanayê di greva birçîbûnê de ne.

Her du berxwedêrên greva birçîbûnê bi rêk û pêk ji aliyê doktoran ve tên kontrolkirin. Kardiyolog Dr. Cornelia Dechant kontrola tenduristiyê ya her du berxwedêran kir û anî ziman ku wê rojên bê agahiyên hîn berfireh li ser rewşa çalakgeran bide.

Pirsgirêkên bêxewî, êşandina serî, hesasiyeta ji ber deng û kêmbûna tansiyonê li berxwedêran rû dane. Yîgît û Agaoglû ku di nava 40 rojî de 7 kîlo li xwe kêm kirine, ji aliyê moralê ve mîna roja destpêkê ne.

Yîgît û Agaoglû ji Viyanayê silav ji Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan re şandin û bang li Kurdistaniyan û dostan kirin ku hîn bi xurtî tevlî berxwedana wan bibin.

Her du çalakgeran ji bo meşa 16'ê Adarê roja Şemiyê ya li Viyanayê banga tevlîbûnê kirin.

Yîgît û Agaoglû gotin, "Divê niha bi xurtî tevlî çalakiyan bibin, ne ku dema şehadet rûdan" û wiha axivîn: "Greva birçîbûnê ya Leyla Guven û yên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber mirinê ye. Tevî ku li asta krîtîk e, hem desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst, hem jî dewletên Ewropayê ku hevparê wan ê sûc e, bêdeng in. Eger em naxwazin ev mirovên me yên şoreşger, demokrat û welatparêz ên hêja yên li ber xwe didin jiyana xwe ji dest nedin, divê tevlîbûneke xurtir li çalakiyan bibe û xwedî li hevrêyên me bê derketin. Berxwedan jiyan e, bêdengî mirin e."

Berxwedêrên greva birçîbûnê bi bîr xistin ku meşa 16'ê Adarê li salvegera komkujiya Helebçeyê rast tê û ji ber vê yekê jî banga tevlîbûneke xurt kirin.