Berxwedana Kobanê di roja 84. de ye

Berxwedana Kobanê di roja 84. de ye

Li Kobanê, ku ji niha ve weke "bîrdariya dawî ya berxwedana mirovahiyê" di nava rûpelên dîrokê de cih girt, berxwedan di roja 84. de dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê yên gav bi gav çeteyan li bajêr têk dibin, her tim rû li ken in. Ji "Bajarê mûcîze" Kobanê, çend wêne ji jiyan û berxwedana 84 rojan.

Hawaneke çeteyên DAIŞ'ê, ku ji bo bandora wê zêde bike tup pê ve kirine û avêtine bajêr, lê neteqiya ye

Li Kobanê nivîsek li ser dîwêr, Bê şîrove...

Li herêma Til Şeîrê, zarokên li erdê mayinkirî çûne avê

Li herêma Til Şeîrê jinek û zaroka li pişta xwe kiriye

Wêneyek ji zarokên li kolanên Kobanê dilîzin

Yasemîn a bi bebeka xwe re li ber "gorên amade" dikene...

YPG/YPJ'yî bi tenê şer nakin. Bajêr ji her cûre qirêjiyê paqij dikin

Kalekî ji Kobanê yê çavekî xwe nabîne û bajêr naterikîne

Şervanekî YPG'ê yê li Qada Azadiyê ya eniya rojhilat, ku lê şer giran e, lêkolînê dike

Agir bi bajêr jî bikeve, teqîn jî rû bidin ala YPG'ê her li ba ye. Li binê ala YPG'ê du sivîlên ji Kobanê sohbetê dikin

(Wêne: Ersîn ÇAKSÛ / Îbrahîm ASLAN)