Berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan 114 roj in didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo bidawîkirina tecrîd û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 114’an de dewam e.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo bidawîkirina tecrîd û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 114’an de dewam e.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 23’yemîn dewr girt, di roja 114’emîn de dewam dike.
MEXMÛR
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 93’yemîn de didome.
YEWNANISTAN
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 76'an de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.