BERXWEDANA GELAN A LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana gelan bênavber didome.

23:55

 

23:54

 

22:45

 

22:44

 

22:43

 

19:30

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî dijî leşkerên Tirk û çeteyê nê li herêma dikeve navbera Gundê Basûta û navenda bajarê Efrînê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de li gorî agahiyê destpêkê 9 çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

19:29

Şervanên QSD’ê helîkopterek xistin

 

 

18:54

Saziyên NY’yê daxwaza lezgîn kir ku alîkariyên mirovî bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê kirin, bal kişand ku ji ber şer heta niha bi kêmanî 165 hezar kes koçber bûn.

 

18:53

Bayik: Şoreşa Rojava bingehê yekîtiyê netewî çêkiriye

 

18:02

FERMANDARÊ QSD'Ê YÊ LI SERÊKANIYÊ: ŞERVAN SASON

 

18:01

Fermandarê QSD’ê yê Serêkaniyê Şervan Sason: Çawa ku şervanên QSD’ê li Serêkaniyê 5 metre li pêş xwe mirinê dibîne û dikeve çeperan, divê her kes wekî vî giyanî tevbigere.

 

17:26

Li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xelkê Kobanê yên daketin qadan banga lezgîn li raya giştî ya navneteweyî hate kirin kuli dijî qetlîaman bikevin nava tevgerê.

17:25

Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk li gorî peymana agirbestê tevnagere. Keleha Berxwedanê Serêkaniyê di serî de, li hemû herêman êrîş didome. Di van êrîşan de gelê sivîl birîndar dibin û tên qetilkirin.

 

17:07

Hikumeta Swêdê diyar kir ku wê 100 milyon kron alîkariyê bişîne ji Bakurê Sûriyeyê re.

16:29

Cenazeyên li gundê Mişrafayê ya Zirganê ji bin kavilan tên derxistin. Heta niha 16 cenaze ji bin kavilan hatine derxistin. Dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmehê de gundê Mişrafayê bomberdûman kiribû.

16:27

QSD’ê nasnameya 15 şehîdên Berxwedana Rûmetê eşkere kir 

 

 

15:40

GEL Ê KU ÇÛ SERÊKANIYÊ

 

15:10

Li gundê Mişrafa qetlîama dewleta Tirk a li ser sivîlan kirî derket holê...

 

15:08

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 17’ê Cotmehê gerîlayan li navçeya Ebex a Wanê li dijî wesayîteke ya artêşa Tirk a bi tîpa Cemse ya di navbera qereqola Sarixsû û Kevirê Şamê de dewriye digeriya çalakiyek kirin. HPG’ê destnîşan kir ku wesayît bi temamî rûxiya û 8 leşker hatin kuştin.

15:08

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan li Efelera Aydinê li dijî polîsên sivîl çalakî li dar xist.

15:07

KCDK-E û TJK-E:Êrîş didomin, berxwedanê mezin bikin

KCKD-E û TJK-E, bal kişand ku êrîşên dewleta Tirk didomin, banga mezinkirina çalakiyan kir.

15:06

Li gundê Mişrafa cenazeyê 6 sivîlan hatin derxistin

Konvoya ji bo dagirkeriya Tirk ya li Serêkaniyê protesto bikin gihişte Mişrafa. Li vir gel, di bin xirbeyên malekê ku bûbû hedefa êrîşên esmanî de hilweşiya bûn, cenazeyê 6 sivîlan derxistin.

13:54

GIRÊ SPÎ

Li ser êrîşan, hêzên me li gundên Ebû Sira û rojavaya Girê Spî çalakiyên bi bandor pêk anîn û di van çalakiyan de hejmarek ji komên çete hatin kuştin. Her wiha panzer û seyareyên leşkerî derb xwarin û hatin rûxandin. Li gundên Xirbet Yûsif, Wabdê û Tirwaziyê êrîşên hewayî û topbaran pêk hatin. Van êrîşan baregehên hêzên Sûriyê jî hedef girtin. Hêzên me bersiv dan êrîşan û li van gundan jî seyareyên leşkerî ku panzerek jî di nav de hatin rûxandin. Dîsa li gundewarên Eyn Îsa di navbera hêzên me û çeteyan de şerên giran qewimîn. Li van herêman balafirek artêşa dagirker bi şaşîtî li çeteyên xwe da û di encam de hejmarek gelek zêde ji wan hatin kuştin.

Bi giştî di encama şer û berxwedanê de herî kêm 93 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, hejmarek zêde çete brîndar bûn û 4 seyareyên zirxî, 4 seyreyên leşkerî, tangek hat rûxandin.

Di şer de 9 hevalên me şehîd ketin, 41 hevalên me brîndar bûn.

Encamên ku li jor hatine dayîn pêvajoya piştî biryara sekinandina şer ku Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk jî lê peymanbend e nahewîne. Lê belê artêşa dagirker û komên çete ruxmê biryarê jî êrîşên xwe yên li ser Serêkaniyê berdewam kirin."

13:54

SERÊKANIYÊ

Li bajar di bin bombebarana dijwar a top û balafirên şer de komên çete xwestin bikevin nav taxan. Li taxên Newroz, Mehata, Zorava û Zerdeşt de şerê sîng e sîng di navbera hêzên me û komên çete de qewimîn. Di encam de hemû êrîş hatin şikandin. Li van taxan bi kêmanî 70 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin. Her wiha ruxmê êrîşên bi top, drone û balafiran jî artêşa dagirker nikarî têkeve nexweşxaneya bajar. Piştî berxwedana şervanên me li derdora naxweşxaneyê, êrîş hat şikandin û herî kêm 10 çete li wir hatin kuştin. Hêzên me ruxmê êrîşên giran jî rê nedan ku çete bikevin bajar. Piranî avahiyên mezin ên di nav bajar de bûn hedefa drone û balafirên şer.

Di xetên Menacîr û Alya de şerekî giran qewimîn. Li vir jî di topbarana dijwar de sîvîl brîndar bûn.

13:54

AMÛDÊ

Li xeta Elûk piştî şerekî giran artêşa dagirker tevî çeteyên xwe ji herêmê vekişiyan. Her wiha li gundê Xereze û herêmên din ên sînor, di encama topbarana artêşa dagirker de hevalek me brîndar bû û ziyanên madî gihîşt sivîlan. Hêzên me bi heman awayî bersiv dan êrîşan.

13:53

DÊRIK

"Artêşa dagirker êvarê gundewarên Dêrikê bi dijwarî topbaran kir. Di topbaranê de ziyanek mezin gihîşt mal û milkên sivîlan. Şervanên me jî li gundên Qesir Dîb, Heyaka, Wadî el-Zîab û Şebaniyê bersiv dan êrîşan û li baregehên artêşa dagirker dan. Di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

13:53

QSDê encama şerê doh ê beriya biryara rawestandina şer eşkere kir

QSD'ê diyar kir ku di şer û berxwedana beriya ragihandina biryara rawestandina şer de, herî kêm 93 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Di şer de 9 şervanên QSD'ê şehîd bûn.

13:25

Konvoya sivîlan gihişt gundê Mişrafa ya Serêkaniyê. Li gund cenazeyên 5 sivîlan ên ku berê bi bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hatin qetilkirin ji binê xirbeyan tên rakirin.

13:23

Ji bajarên cuda yên herêma Cizîrê sivîlan berê xwe dan Serêkaniyê lê belê bûn hedefa bombardûmana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan. Şêniyên di konvoyê de du kîlometre beriya bigihêjin Serêkaniyê daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin.

Şêniyan gotin armanca wan ew e ku konvoyeke însanî li Serêkaniyê biafirînin û bi vî rengî sivîlan ji herêmê derxînin. Di konvoyê de rojnamevanên xwecihî û biyanî jî hene.

Ji birîndarên li Serêkaniyê du kes ji ber dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker nekarîn ji herêmê bên derxistin û şehîd bûn.

12:52

Katî Pîrî: Divê Tirkiye ji sûcê şer berpirs were dîtin
Parlamentera Ewropayê ya Hollandî a sosyalîst Katî Pîrî got divê dewleta Tirk ji sûcê şer ê li dijî Kurdan berpirs were dîtin.

12:50

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li bajarokê Zîrganê yê Serêkaniyê li sivîlan barandin. Dîmenên sivîlan ên ji ber bombardûmanê birîndar bûn...

 

12:39

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan êrîşî konvoya sivîlan kirin ku ji bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diçûn Serêkaniyê.

12:15

Fermandariya Serêkaniyê: Artêşa Tirk pîvanên agirbestê binpê dike. Eger êrîş bidomin em ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin û bi tundî bersivê bidin êrîşan.

12:15

Çeteyên artêşa tirk a dagirker êrîşî Serêkaniyê kirin. Yek jê giran 3 şervanên QSD'ê birîndar bûn.

12:14

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li bajarokê Zîrganê yê Serêkaniyê barandin, ji ber bombardûmanê 8 sivîl birîndar bûn.

11:46

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê mal û dikanên gel talan dikin.
 

11:46

Êrîşên dagirker ên li ser Serêkaniyê didomin
Li gel peymana di navbeyna dewleta Tirk û DYE'yê de jî ji şevê dî ve êrîşên dagirker didomin.

11:17

Li gundê Emilxer ê Serêkaniyê ji ber êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hejmara şervanên QSD'ê yên şehîd bûn gihîşt 5 şervanan. Ji ber êrîşê 2 şervan jî birîndar bûn.

11:03

Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê didomin

Li gel lihevkirina dewleta Tirk û DYE'yê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji doh bi şev ve didomin.

 

11:00

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Serêkaniyê dest bi talankirina xanî û dikanên şêniyên bajêr kirin.

10:49

Bijîşkê rêxistina ‘Free Burma Rangers’ got ew niha nêzî bajarê Serêkaniyê ne, lê çeteyên dewleta Tirk herêmê topbaran dikin û derfetê nadin ku derbas bibin û birîndaran derman bikin.

10:33

Li gundê Emilxer ê Serêkaniyê çeteyan êrîşî şervanên QSD'ê kirin. Ji ber êrîşê şervanek şehîd bû 2 jî birîndar bûn.

10:18

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî got dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ''komkujî'' û ''êrîşên kujer ên li se sivîlan'' jî di nav de gelek ''sûcên şer'' kirin.

09:59

Kedkarên tenduristiyê ku komeke alîkariya lezgîn a DYE'yî jî di nav de bû, ji bo birîndaran xwestin biçin Serêkaniyê lê belê ji ber êrîşên çeteyan nikarin bikevin nava bajêr. Doktor David Eubank got, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ew asteng kirine.

09:23

 

09:14

Şêniyên herêma Cizîrê di van kêliyan de ber bi bajarê Serêkaniyê ve diçin da ku alîkariya şêniyên bikin û sivîlên birîndar derxînin.

09:13

Rêveberên Yekîtiya Ewropayê dagirkeriya dewleta Tirk careke din şermezar kirin û ji Tirkiyeyê xwest ku yekîneyên xwe yên leşkerî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîne.

09:03

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşî nexweşxaneya Serêkaniyê dikin.

08:55

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan nahêlin ku kedkarên tenduristiyê birîndarên li Serêkaniyê tedawî bikin. Ji ber êrîşên dagirkeriyê du şervanên QSD'ê yên birîndar ji ber ku nekarîn bên tedawîkirin şehîd bûn.

08:19

Artêşa Tirk li herêma gundê Elok ê Serêkaniyê leşker û çeteyên xwe derbasî Serêkaniyê dike. Dagirkerên dewleta Tirk di heman demê de êrîşên xwe yên li dijî çeperên QSD'ê didomîne.

07:38

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan gundê Şêwarxa yê navçeya Şera ya Efrînê bombe dikin.

07:36

Li Keleha Berxwedanê Serêkaniyê, li herêma çarrêya Şehîdan ku nêzî nexweşxaneya Serêkaniyê ye, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên ferdî li çeperên şervanên QSD'ê didin.

Akademîsyenan dest bi kampanya boykotkirina Tirkiyeyê kirin

Bi sedan akademîsyen, hunermend û entellektuelên ji tevahiya dinyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava dest bi kampanya boykotkirina saziyên akademîk û çandî kirin.