Li gelek bajarên Elmanyayê dagirkerî hate protestokirin
Li gelek bajarên Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.
Li gelek bajarên Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.
NURNBERG
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Nurnbergê bi mîtîngekê hate protestokirin. Bi sedan kes li pêşiya dêra Lorenzê hatin ba hev û ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan. Di meşê de sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ hate berzkirin.
KOLN
Li bajarê Kolnê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiya protestoyê de kon hatibû vegirtin û xebata agahdarkirinê dihat kirin.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê komek ciwanên Elman û Kurd ji bo protestokirina dewleta Tirk pêşandanek kirin.
ULM
Li bajarê Ulmê yê Elmanyayê jî dewleta Tirk hate şermezarkirin. Bi sedan kes li navenda bajêr meşiyan û dagirkeriya li ser Rojava protesto kirin.
BREMEN
Li eyaleta Bremenê jî bi pêşengiya Komîteya Parastina Rojava bi sedan Kurdistanî û dostên wan kom bûn û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.