Li Swêdê dagirkerî hate protestokirin
Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Stockholm, Ûppsala û Eskîlstûna hate protestokirin.
Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Stockholm, Ûppsala û Eskîlstûna hate protestokirin.
Di çalakiyên li Stockholm û Ûppsala de bi ekranên mezin li qadê hatî danîn bi dîmenên hatin parvekirin êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk hatin tehşîrkirin. Her wiha bi axaftin û dirûşman dagikeriya Tirk hate şermezarkirin û piştevaniya Rojava hate kirin.
ESKÎLSTÛNA
Kurdistaniyên li navenda bajar kon danîn, tevahiya rojê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gotin û nivîskî tehşîr kirin.
He wiha di çalakiyên hatin kirin de banga tevlîbûnê li partiyên siyasî yên Swêd, rêxistin û Kurdistanî û hemû dostên wan hate kirin ku 19’ê Cotmehê roja Şemiyê bê lidarxistin bibin.
NAVNÎŞANÊN ÇALAKIYAN
19’ê Cotmehê li Swêdê çalakî tên kirin.
STOCKHOLM
Cih: Humlegarden
Saet: 13:00
GOTEBORG
Cih:Heden
Saet: 13.00
MALMO
Cih: Triangeltorget
Saet: 15.00
KARLSTAD
Cih:Stora Torget
Saet: 13.00
UMEA
Cih:Radhustorget
Saat: 15.00