Li Elmanya, Qibris û Brukselê dagirkeriya Tirk hate protestokirin
Li bajarê Gotinbûrg, Stûtgart, Freîbûrg, Aachen ên Elmanya, bajarê Lîmassol a Qibris û paytexta Belçîka Brûkselê dagirkeriya Tirk a li Rojava hate protestokirin.
Li bajarê Gotinbûrg, Stûtgart, Freîbûrg, Aachen ên Elmanya, bajarê Lîmassol a Qibris û paytexta Belçîka Brûkselê dagirkeriya Tirk a li Rojava hate protestokirin.
Ji 9’ê Cotmehê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin û şûnde di serî de li Kurdistan û seranserî Ewropayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin, dewam dikin.
ELMANYA
Kurdistanî û dostên wan ê ji roja yekema êrîş ve her roj li qadanin, li bajarê Gotinbûrg, Stûtgart, Freîbûrg, Aachen ên Elmanya bi çalakiyên cihê reng êrîşên qirker û dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin, hate gotin ku divê çalakiyên li dijî dagirkeriyê bidomin, daxwaza hê zêdebûna hestyariya navneteweyî hate kirin.
QIBRIS
Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê jî bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan, li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê kombûn û ber bi navenda bajar ve dest bi meşê kirin. Endamê Egtîm-sen a Qibris, Partiya Siyasî AKEL, Sendîkaya Karker a PEO û endamên saziyên civaka sivîl piştgirî dan çalakiyê.
BELÇÎKA
Girseya li Qada Garcentral a paytexta Belçîka Brûkselê kom bûn, bi mîtîngekê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.