Beriya hilbijartinê li Mêrsînê terora polîsan

Li Mêrsînê gelek endamên HDP’ê hatin destgîrkirin.

Rejîma AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên li ser HDP’ê didomîne.

Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê polîsan operasyonên qirkirina siyasî kirin û girtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de endam û xebatkarên HDP’ê jî tê de, gelek kes hatin destgîrkirin.

Hate hînbûn ku Berpirsê Teknîkê yê Koordînasyona Bajêr ê HDP’ê Hasan Cîde, endamê meclîsa şaredariya Akdenîzê Faîk Eroglû, xebatkarê HDP’ê yê taxa Çîlekê Bahrî Bûgday jî hatine destgîrkirin.

Kesên ku hatine destgîrkirin, birin Gerînendetiya Emniyetê ya Bajêr a Mêrsînê.