Berî hilbijartinên Pakîstanê teqîn: 4 mirî
Berî hilbijartinên Pakîstanê teqîn: 4 mirî
Berî hilbijartinên Pakîstanê teqîn: 4 mirî
Li Pakîstanê, rojek beriya hilbijartinên giştî yên Parlamentê, êrişeke bombeyî rû da û encamê de çar kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya AFP'ê, rayedarekî hêzên ewlekariyê yê Pakîstanê da xuyakirin, ku li bakurê Wezîristanê li herêma Basar Mîranşah'ê bombeyek hatiye teqandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji ber êrişê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane 15 kes jî birîndar bûne.
Rayedar diyar kir, ku rewşa hin birîndarên rakirine nexweşxaneyê giran e.
Berpirsyariya êrişa bombeyî heta niha ji aliyê ti kesî ve nehatiye girtin.
Bakurê Wezîstiyanê, weke waregeheke rêxistina Talîban Û El Qaîdeyê tê naskirin.
Hêjayî gotinê ye, Talîban hilbijartinên giştî yên parlamentê yên Pakîstanê, weke ne Îslamî dibîne.
Li gorî daneyên AFP'ê di nava meha Nîsanê û vir ve di encama êrişên li herêmê rû dan de, zêdeyî sed mirovan jiyana xwe ji dest dan.