Berî 26 salan Ozgur Ulke hate bombekirin:Em ê sibe li heman cihî bin

Wê bomberdûmanakirina rojnameya Ozgur Ulke di salvegera 26’an de sibe bi çalakiyekê bê protestokirin. Wê Rojnamevan Ersîn Yildiz ê di êrîşê de hate qetilkirin jî li ser gora xwe bê bibîranîn.

Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de 26 sal derbas bûn. Di 3’ê Kanûnê roja salvegera bombekirinê de li ber avajiya berê ya rojnameyê ya li Kadirgayê daxuyanî bê dayîn. Wê daxuyanî ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve bê organîzekirin û di daxuyaniyê de rojnameger Ersîn Yildiz ku di bombekirinê de jiyana xwe ji det dabû bê bibîranîn.

Rojnameya Yenî Yaşamê derbarê bernameyê salvegerê de daxuyaniyek da û ragihand ku wê bernameya bîranînê saet di 11.00’an de li Kadirgayê pêk bê û piştre jî serdana gora Ersîn Yildiz a li Goristana Yeşîlpinarê bê kirin.