Benzer ê tecrîdê de tedawiya wî nayê kirin

Suleyman Benzer ku li Duzceyê di hicreya yek kesî de greva birçîbûnê piştî 152 rojan qedandî, li gel ku roviyên wî xwîn davêjin jî, nayê tedawîkirin.

Girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê û rojiya mirinê, ku bi peyama Ocalan çalakiya xwe bi dawî kiribûn, li gel hemû hişyariyan jî tedawiya wan nayê kirin û an jî tê astengkirin. Yek ji van girtiyan jî Suleyman Benzer ê 29 salî ye, li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Duzceyê di hicreya yek kesî de dimîne û ji ber ku tedawiya wî nayê kirin, rewşa wî her ku diçe girantir dibe.

Gultan Benzer, Jinbira Suleyman Benzer ku agahî dayî ANF'ê  got, Benzer ê ku 5 mehan greva birçîbûnê domandî, tenê carekê rakirine nexweşxanê.

Gultan Benzer got duh bi telefonê bi tiyê xwe re axiviye û domand, ''Silêman, ji roja 26'ê Gulanê ku greva birçîbûnê bidawî kiriye û vir ve tenê carekê rakirine nexweşxanê. Piştî kontrolên ku li ser hatine kirin tespît bû ku kezeba wî rûn girtiye. Duh dema ku pê re axivîm, got pir zikêşî dibe û ji roviyên wî xwîn diç. Li gel ku divê rakin nexwweşxanê jî her carê taloq dikin.''

'NAHÊLIN KU BIÇE CIHÊ HEWASTANDINÊ JÎ'

Gultan Benzer diyar kir, tiyê wî Benzer piştî ku dest bi greva birçîbûnê dike bi 10 rojan bi hinceta ku cezayê heta mirinê li ser heye wî dixin hicreya yek kesî, ne televizyon û radyoyê didine û her wiha ev 2 meh in nahêlin ku derkeve cihê ku hewa lê tê standin.

''QERDIYANAN LÊ DAN'

Benzer got qerdiyan dema greva birçîbûnê tim li tiyê wî dane, dijûn lêkirine, gef lê xwarine û domand, ''Ji bo ku şertên Suleyman baş bibin û ji  hicreya yek kesî derxînin me gelek caran serî li dozgeriya girtîgehê da lê ti bersiv nedan. Hiqûq hatiye rewşeke wiha ku rêgeza veşartîmayinê ya parêzer-miwekîl tê binpêkirin, dema hevdîtina parêzer-miwekîl jandarma û qerdiyan hazir in. Ji ber vê sedemê jî parêzer cara dawî dema ku çûne cem Suleyman nekariya pirsgirêkên xwe vebêje. Em dixwazin bi lezginî tedawiya Suleyman were kirin û dawî li vê rewşa kêfî were.''