Behzatê 8 salî ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
Behzatê 8 salî ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
Behzatê 8 salî ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li mezraya Sererû, teqînek pêk hat û di teqînê de Behzat Ozen yê 8 salî jiyana xwe ji dest dest dabû. Cenazeyê Ozen piştî kar û barên otopsiyê hat definkirin.
Li mezraya Sererû ya gundê Şapeta navçeya Şemzînan a Colemêrgê zarokê bi navê Behzat Ozer sewalên xwe diçêran di encama teqîneke amûrekê de jiyana xwe ji dest da û zarokekî din jî ketibû şokê. Cenazeyê Ozen piştî kar û barên otopsiyê vê sibê ji aliyê gelek kesî û malbata wî ve hat girtin.
Piştî cenaze ji nexweşxaneyê hat girtin, li mezreya Sererû hat definkirin. Piştî definkirinê, malbatê sersaxî qebûlkirin.
Zarokê bi navê Tayfur Can yê 11 salî jî ku di teqînê de ketibû şokê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê û hat hînbûn ku rewşa wî başe.
Der barê bûyerê de lêpirsîn didome.