BDP û nûnerên STK’yê ji bo vekişînê li sînorin

BDP û nûnerên STK’yê ji bo vekişînê li sînorin

BDP’a Colemêrgê û rêxistinên Saziyên Civaka Sivîl  ji bo nokteyên derbasbûna gerîlayan lêkolîn bikin çûn sînorê Herêma Federal a Kurdistanê.

Nêzî sed kesî ku di nav de nûnerên STK û rêxistina BDP’a Colemêrgê jî hebûn  ji deriyê sînor yên gundê Deştan ya girêdayê Çelê derbasî axaf Federalê Kurdistanê bûn û 300 metre çûn. Li wir daxuyaniyek dan.

Endamê BDP PM M. Sidik Akiş, serokê BDP’a Colemêrgê Rahmî Kurt, serokê navçeya Çelê Servet Tunç şaredarê Çelê  Hidir Demîroglu, delegeyên KCD’ê yên Colemêrgê û gelek kes tevli bûn. Serokê BDP’a Colemêrgê Rahmî Kurt daxuyanî xwend û diyar kirin ku dema vekişînê de divê yekeneyên leşkeriyê jî vekişin.

Kurt da zanîn ku daxuyaniya Bulent Arinç ya wek ‘Bila biçin cehnemê’ jî daxuyaniyek bê talih bû û got: “Ev 30 sale em li ser van axan cenezayan berhev dikin. Îro em şahiya rojek dîrokî dikin.  Ji bo di dema vekişîna gerîlayan de provakasyonek çênebe em li virin. Meşa gerîlayan bo çareseriyê  ye.Ji bo piştgiriya pêvajoya Birêz Ocalan daye destpêkirin divê her kes peywira xwe bîne cih.

Dayika Aştiyê Fatma Turan jî axaftina xwe bi kurdî kir û diyar kirin ku divê hemû dayikên Tirkiyeyê ji bo aştiyê hewl bidin.