BDP’î li DYA’yê bi kurdan re hatin cem hev

BDP’î li DYA’yê bi kurdan re hatin cem hev

Nûneriya BDP’ê ya Washîngtonê konferansek bi navê ‘Di Rojhilata Navîn ya Nû de Rola Kurdan’ pêk anî. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku û  parlamenter Nazmî Gur tevli konferansê bû û bi Kurdistaniyan re hatin cem hev.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenterê Wanê Nazmî Gur, nûnerê BDP’ê yê Washîngtonê Mehmet Yukesel, li Navenda Civaka Kurd ya Calîfornîa a bajarê San Fransîsco tevli civîna gel bûn.

Bi sedan Kurdistaniyî, BDP’î bi coşek mezin pêşwazîkirin. Demîrtaş di civînê de axivî û her çiqas yekitiya kurdan girîngbe, yekitiya wan ya bi gelên din re jî girînge.

Demîrtaş got armanca avakirina HDP’ê jî ev bû û got HDP qadeke ku hemû gel dikarin lê siyasetê bikin e.

Demîrtaş wiha got: “kurd hêj bi xetereya asîmîlasyonê re rû bi rûne. Heta ku gelê kurd bi zimanê xwe perwerdê nebîne û xwe bi xwe rêve nebin asîmîlasyon tu car bi dawî nabe.

Kurd li Rojhilata Navîn gihiştine xwedî hêza ku dikarin siyasetê bikin. Ev nirx di encama têkoşîna bi sedan şehîdî hatiye bidest xistin.Em ligel berxwedana Rojava ne.”