BDP'ê mora xwe vekişand

BDP'ê mora xwe vekişand

Partiya Aştî û Demokrasiyê, ji binê pêşniyar-qanûna mafên zêde didin parlamenteran, vekişand. CHP'ê jî da xuyakirin, ku ew mora xwe vedikişîne.

Hemû partiyên komên wan li parlementê heye, mora xwe avêtibûn binê pêşniyar-qanûna mafên zêde didin parlamenteran.

Gava vê pêşniyarê rê li ber nerazîbûnên mezin vekir, li dû MHP'ê, Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP'ê jî mora xwe vekişand. 

BDP'ê ev biryara xwe bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re eşkere kir.

Dİ daxuyaniya Serokatiya Koma BDP'ê de hat gotin "Ji pêşniyar-qanûna endametiya Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyê, em mora xwe vedikişînin."

Li dû BDP'ê CHP'ê jî daxuyaniyek da û diyar kir, ku ew mora xwe vedikişînin.