BDP’ê êrişên li Reyhanli şermezar kir
BDP’ê êrişên li Reyhanli şermezar kir
BDP’ê êrişên li Reyhanli şermezar kir
Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak êrişên bombeyî yên li navçeya Hatay Reyhanliyê bi tundî şermezar kirin û xwestin ev “bûyera tarî” bi lezgînî were ronîkirin.
Hevserokên BDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên bombeyî yên li Reyhanli şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin “Rehma xwedê li welatiyên jiyana xwe ji dest dane be, serê malbatan sax be û ji birîndaran jî şifa dixwazin.”
Di daxuyaniyê de bang li hukûmetê hat kirin, ku ev bûyera tarî were ronîkirin û berpirsyar bên eşkerekirin.